Îbrahîm Bîlmez derbarê bersiva Wezareta Edaletê ku ji bo pirsnameya 40 parlamenterên DEM Partî bersiv da û diyar kir ku tecrîd nîne ji ANF’ê re axivî.

Prz. Bilmez got; Wezareta Edaletê û Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan derewan dikin.

Eger tecrîd tine be, bila eşkere bikin bê parêzeran çend caran hevdîtin kirine.

Desthilatdariya AKP tecrîd kiriye bingeha desthilatdariya xwe.

Ev rêbaza Goebbels e û faşîzma Hitler e.

Em nikarin bi ti awayî agahiyê ji muwekîlên xwe bigirin.

Ji muwekîlên me yên li Îmraliyê Veysî Aktaş 30 sal in di girtîgehê de ye û diviyabû werê berdan.

Tevî ku 2 hefte di ser 30 salan re derbas bûne, ew bernedan.

Bi biryara Desteya Çavdêrî û Îdareya Girtîgehê berdana wî ji bo salekê hate dirêjkirin.

Em bi zorê bi telefonê bi rêveberiya girtîgehê re axivîn û ev yek bihîst.

Diyar e ku biryara dirêjkirina înfazê dewama polîtîkaya bi Îmraliyê re ye.

Hewldanek ji bo wê yekê ye ku agahî ji Birêz Ocalan bê girtin.

Ev yek ji tecrîdê jî wêdetir e û desthilatdarî dixwaze vê rewşê dewam bike.”

Prz. Bîlmez bi bîr xist ku beriya daxuyaniya ‘tecrîd nîne’ ya Wezareta Edaletê, ji bo 3 mehên din cezayê dîsîplînê li muwekîlên me hate dayin.

Ev behaneyan ku tecrîdê dirêj bikin e.

3 mehan carekê bi cezayên dîsîplînê hevdîtina malbatê, 6 mehan carekê bi biryara dadgeriya înfazê re hevdîtina parêzeran, bi rengekî kêfî tê astengkirin.

Ti aliyekî hiqûqî yê vê biryarê nîne. Armanc, hevdîtinê asteng bikin.

Îddîa dikin ku li Îmraliyê tecrîd nîne. Bi vî rengî henekê xwe hem bi me dikin, hem jî bi raya giştî dike. Ev bê hurmetiyek mezin e.

Eşkere ye ku naxwazin dengê muwekîlê me Birêz Ocalan bigihêje derve.

Dixwazin meseleya Kurd bi polîtîkayên tundiyê çareser bikin.

Ji bo vê jî li ser Birêz Ocalan tecrîdê ferz dikin.

Prz. Bîlmez destnîşan kir ku derewa dewletê ya têkildarî tecrîda Îmraliyê eşkere dike ku rewş gelekî ciddî ye û got;

Divê sekneke xurt hebe. Divê ne tenê beşek, divê her kesên ku xwe weke muxalîf pênase dikin li dijî tecrîda li Îmraliyê helwestê nîşan bidin.

Eger ev neyê kirin wê tecrîd bê rewakirin.

Tecrîd bingeha ne çareserkirina meseleya Kurd e.

Eger tecrîd dewam dike, eger meseleya Kurd nayê çareserkirin hingî mirov nikare qala nermbûnê û hêviyên aştiyê bike.

Tecrîd û şer girêdayî hev in.

Derewên wezaretê jî têne wateya israra di şer. Ev jî bandorê li her kesî dike. Behsa nermbûnê dikin.

Eger nermbûn heye, div tecrîd rabe û pêvajoya diyalogê dest pê bike û muxalefet tecrîdê bike rojevê de.