Ji Qerebaxa Çiyayî bi deh hezaran pêkhateyên Ermenî, ji ber tirsa paqijiya etnîk direvin.

Deh hezaran bêyî ku tiştek bigirin cem xwe, cih û warên xwe diterikînin û ketine ser riya Ermenistanê.

Ji 120 hezar pêkhateyên ermenî ji nîvî zêdetir, Qerebaxa Çiyayî terikand.

Jixwe li gorî daneyên fermî jî, hejmara ermeniyên ji Qerebaxê çûne Ermenistanê 63 hezar kesî derbas kiriye.

Hêzên Azerî li korîdora Laçînê nokteya kontrolê jî danîne û kesên derbas dibin kontrol dikin.

Di kontrola doh de lîderê berê yê rêveberiya Qerebaxê Ruben Vardanyan kire binçavan.

Vardaryan ji mijdara 2022’an heta sibata 2023’an serokatiya rêveberiya Qerebaxê kiribû.

Hêzên Azerî yên Vardanyan kire binçavan, ji bo lêpirsînê bir Bakuyê.

Artêşa Azerî dîmenên binçavkirinê jî wekî serkeftineke mezin servîs kir.

Serokê Azerî Îlham Aliyew beriya çend rojan kesên di rêveberiya qerebaxê de cih girtine wekî kesên sûcdar bi nav kiribû.

Aliyew diyar kiribu ku ewê ji kesên di rêveberiya Qerebaxê de cih girtine hesabê bipirsin.

Di vê navberê de rêveberiya heyî ya Qerebaxê biryara xwe fesixkirinê girt.

Serokê rêveberiya Qerebaxê Samvel Şahramanyan biryarnameya fesixkirina hemû saziyên herêmê girt.

Li gorî biryarnameyê ji 1’ê çileya 2024’an û pê ve, hemû saziyên girêdayî rêveberiya Qerebaxê fesix dibe.

 

Li aliyê din, ji Ewrûpa heta Amerîkayê banga garantiya ewlehiyê ya ji bo pêkhateyên ermenî li Azerbeycanê têkirin.

Lê Azerbeycan tenê peyamên erênî dide, lê belê di pratîkê de li gorî dilê xwe tevdigere.

Di ser de jî bi awayekî sergirtî peyamên tevgereke ji bo vekirina Korîdora Zengezûrê û ji bejahiyê gihiştina Nahçiwanê dide.

 

Nahçivan herêmeke xweser a Azerbeycanê ye, lê belê sînorê wê yê bejahiyê nîne.

Di navbera Azerbeycan û Nahçivanê de herêma Zengezûr a Ermenistanê heye.

Azerbeycan ji bejahiyê ancax dikare bi riya Ermenistan, Tirkiye û Îranê bigihêje Nahçivanê.

Lewma jî Azerbeycan ji Ermenistanê dixwaze ji korîdora Zengezûrê ji bo wê riya çûyin û hatinê veke.

Di peymana agirbesta 2020’an de vekirina korîdora Zengezûr û Nahçivanê hebû, lê belê bi rewşa dawî re ew peyman ji holê rabû.