Fermandareiya Giştî ya QSD`ê biryarnameyek der barê qedexekirina cilên leşkerî dervî zagonan li bajarên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê derxist.
 
Di biryarnameyê de ev tişt hate gotin:
 
“Ji ber rewşên siyasî û ewlehî û bi taybet piştî ku gelek sivîlan xwe li ser bendên kontrolê weke endamên leşkerê pênase dikirin, gelek binpêkirin li ser bendên kontrolê dihat kirin. Ji bo ewlekarî û aramiya welatiyan, xurtkirina têkliyan da ku aliyê baş ê civaka demokratîk bidin xuyakirin ev biriyar hatin girtin. Em hêvîdarin ku hemû sazî li gorî vam biryaran tev bigerin.
 
1-Nabe ku kesên sivîl cilên leşkerî li xwe bikin.
2-Nabe ku tu dukanên sivîl cilên leşkerî bê ruxset biroşe.
3-Nabe ku tu xebatkarên saziyên sivîl cilên leşkerî li xwe bike.
4-Nabe ku bi cilên leşkerî di nava bajar de bigerin û bi taybet di demên destûrê de.
5-Rahiştina çekan di nava bajar de qedexe ye.
6-Derketina ji nuqteyên leşkerî bê destûr an jî erkekî qedexe ye.
7-Erebeyên leşkerî di nava bajar naba ku leza wan zêdeyî 30 be û li ser rêyan nabe leza wab zêdeyî 100 be .
8-Avêtina guleyan di şahiyan de qedexe ye.
9-Lixwekirina maskan qedexe ye.
10-Mayîna bi cilên leşkerî li cihên bi gûman qedexe ye.
11-Rêzgirtin ji bo bendên kontrolê û zagonên leşkerî.
12-Lixwekirina cilên dispîlîna leşkerî qedexe ye û pêwîste her hêz cilê xwe li xwe bike
13-Pêwîste hemû saziyên leşkerî biryarê pêk bîne.
14-Rahiştina çekên sexte (Xulebî) û kêran qedexe ye û her kesê ku pêk nayene dê herî zêde hefteyekê cezayeke leşkerî yan jî cezayeke sivîl derheqî wî de were standin û tiştên bi wî re jê werin standin.
 
Her kesê ku ne li gorî biryarnameyê tevbigere dê hesab jê were xwestin. Biriyar ji 27/09/2018`an de dê bikeve miryetê.
Pêwîste hemû fermandarî û yekîneyên leşkerî biryarnameyê ji hemû leşkerên ku li bend û nuqteyan dimînin, bixwînin.