Li aliyekî pîşeya pîlotiyê ji jinan tê astengkirin û kêm jin dikarin bibin pîlot, li aliyê din di vê pîşeyê de gelek pêwîstiya bi pîlotan heye.

Li gorî lêkolîneke Rêxistina Navneteweyî ya asîmangeriya sivîl li tevahiyê cîhanê 7.400 pîlotên jin hene. Bi vê yekê re sektora asîmangeriyê di nav 10 salên pêş de pêwîstiya bi 255 pîlotên nû heye.

Di şirketên asîmangeriyê de rêjaya jinan a herî baş ji sedî 10 e û li hinek şirketan jî qet jin nîn in.