Heyeta Şopandina tecrîdê û grevên birçîbûnê, raporek pêşkêşî Wezareta Edaletê kir. Di raporê de hate ragihandin, êdî grevên birçîbûnê ji asta krîtîk derbas bûne û hate xwestin, tecrîd tavilê bê bidawîkirin.
Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê yên hezaran girtiyên siyasî û rojiya mirinê ya 15 girtiyan berdewam dikin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 182 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide.
Heyeta Şopandinê ya ji nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) pêk tê, rapora der barê rewşa girtiyên di grevê de ne bi ser navê “Rapora nirxandin û tespîtê ya der barê greva birçîbûnê ya li Girtîgehên Tirkiye berdewam dike” pêşkêşî Wezareta Edaletê kir.
LI DORA 3 HEZAR GIRTÎ DI GREVÊ DE NE
Heyetê di raporê de diyar kir ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca tecrîd bi dawî bibe di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kir û 182 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Me wekî heyeta şopandinê tespît kir ku li 92 girtîgehên Tirkiyeyê li dora 3 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Çalakiya parlamenteran 2 meh li pey xwe hişt.
Siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel û Selma Irmak di 15’ê Çile de ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya xwe berdewam dikin. Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarısaç di 8’ê Adarê de dest bi grevê kirin û zêdeyî 2 mehin çalakiya xwe berdewam dikin. 8 kesan li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê Sibatê de Ugur