Li gorî daxuyaniya ji aliyê Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê, li gundê Ziyadiye yê girêdayî navçeya Extrin a Ezazê çalakiyek hatiye kirin, di vê çalakiyê de çeteyekî yê koma Sûltan Mûrat hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Yekîneyên me yên Odeya Çalakiya ya Xezeba Zeytûnê di 8`ê Tebaxê 2018`an de li gundê Ziyadieye yê herêma Extrîn a Ezazê ji bo bersivdayîna kiryarên çeteyan li ser şêniyên Efrînê û talankirina mal û milkên wan, çalakiyek pêk anî. Yekîneyên me tevgera yek ji çeteyên Sûltan Mûrad şopand û ceza kirin.

 Em wek Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê soz didin ku çete li kû derê bin em ê tolê rakin. Efrîn sebir bike, serkeftin nêz e.”