Fermandariya Giştî ya YPG’ê: Bi germahiya agirê Newrozê em we hemûyan ji dil silav dikin, cejna azadî û vejînê Newrozê bi coşa ku di van rojan de amadekariya tacîdarkirina serkeftinên mezin re pîroz dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyekî peyama pîrozkirina Newrozê weşand.
Daxuyanî wiha ye;
“Gelê me yê hêja û dayikên şehîdan, jin û xort, tevahî şervanên azadiyê; Bi germahiya agirê Newrozê em we hemûyan ji dil silav dikin, cejna azadî û vejînê Newrozê bi coşa ku di van rojan de amadekariya tacîdarkirina serkeftinên mezin re pîroz dikin.
Dîrok, dewleta Tirk a faşîst ku êrîşî Efrînê kir û hovên DAIŞ’ê ya ku tîmsalê Kawayê Hesinkar rûxandin na, lê wê mazlûmên ku bi ruhê Kawayê Hesinkar yê nûjen ve dijîn bi rûmet bike.
Gelê Kurdistanê ku bi gelek êş, mirin û bi derbasbûna ji qonaxên berxwedaniyên mezin ve ji nû ve jiyana xwe bi dest xistine, dîrok îro bi awayekî tund şahidiyê dike.
Ji dîrokê heya roja me ya îro melîkên zalim, siltan û desthilatdar dema ji ser dika dîrokê winda dibin; berxwedaniya gelên ku ji ronahiya pêşerojê re dimeşîn bi serkeftinê tacîdar dike. Agirê Newrozê ku bi sedsalan e geş dibe, şahidiya vê heqîqetê ye.
Newroz ji hêvî, azadî û berxwedaniya bi rûmet re bangawazî ye. Agirê Newrozê di kêliyên herî reş, herî zehmet de meşaleya hêvî, bawerî û berxwedanê ya ku derketinê nîşan dide ye.
Çawa ku 2631 sal berî niha bi ruhê Kawayên nûjen ve DEHAQ binketibe di pêşengtiya tevgera me ya azadiyê de şervanên me yên YPG û YPJ’ê jî rûmeta mirovahiyê parastine û DAIŞ bi bin xistine. Ber bi ragihandina serkeftinê ve gavên bi biryar re meşa xwe didomînin.
Îro şoreşa me ya Rojava bi ruhê fedayî ya hezaran şehîdên me yên şoreşger ve hatiye bidestxistin, bi ruhê Newrozê tevahî gelên cîhanê re bûye çavkaniya hêviyê. Serî de dewleta Tirk a faşîst û tevahî avabûnê çeteyên girêdayî wê li hemberî şervanên azadiyê binketin e. Bi taybet berxwedaniya me ku ji Kobanê heya roja me ya îro Dêrezorê didome, dawiya rêxistina terorist DAIŞ’ê aniye û xistiye nava gemara dîrokê de.
Bi vê wesîleyê ruhê agirê Newrozê ku çiruskê azadiyê re bûye meşalê ve wekî Fermandariya YPG Newroza bi sed-hezaran gelê me ku qadan tije dike, Serokatiya me, rêhevalên me pîroz dikin, serî de bi soza pêk anîna azadiya Efrînê ve em dixwazin bê zanîn ku wê her dem dewleta Tirk a faşîst, DAIŞ û curêyên wan wê bin bikevin.
Îro bi agirê Newrozê û tekoşînê hûn gelê me yê hêja û rêhevalên xwe silav dikin û şehîdên berxwedana Newrozê bi rêz û minnet bibîr tînin.”