Jina ciwan a bi navê Xemê Berkat Xwedêda ya ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatî rizgarkirin, bû endama Meclîsa Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ).

Roj bi roj keç û jinên  Êzidî ji bo xwe bi rêxistin bikin beşdarî karên siyasî dibin.  Di 20’ê Comtehê de 2. Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi beşdarbûna 300 delege û mêvana pêk hat. Di kongreyê de Jina ciwan a bi navê Xemê Berkat Xwedêda ya ku DAIŞ’ê dîl girtî û piştre hatî rizgarkirin,  bi 90 dengan bû endama Meclîsa PADÊ’yê.

Xemê Berkat Xwedêda 3 salan di destê çeteyên DAIŞ’ê de ma, piştre ji aliyê hêzên YBŞ û YJŞ’ê ve hate rizgarkirin. Piştî ku rizbar bû, biryar da ku beşdarî nava xebatên PADÊ’yê bibe. Di 2. kongreya PADÊ’yê de bû endama Meclîsa Rêveberiya PADÊ’yê.

Xemê Berkat Xwedêda di derbarê beşdarbûna xwe ya di nava siyasetê de ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got, “Di dema ez ketim destê çeteyan de yên  ku herî zêde bi rizgarkirina me ve elaqedar bû, heval û ev rêxistin bû. Ji bo vê jî min wek keçeke ku rastî hemû cûreyên zehmetiyan hatî, briyar da tevlî nava kar û xebatên PADÊ’yê bibim. Daku  ez karibim ji bo keç û jinên Êzidiyan  xizmetê bikim. Ji ber yê zehmetî dîtî zêdetir dikare xizmetê bike.”

Herwiha Xemê Berkat  bang li jinên Êzidî kir ku tevlî nava her cûre  xebatan bibin kir û got; “Ji bo em karibin tola dayik û xwîşkên xwe hilînin bang li hemû jinan dikim ku beşdarî xebatê bibim. Her kes dizana yên herî zêde rastî zehmetiyan hatî keç û jinên Êzidî bûn. Lewma divê jinên Êzidî  ji bo carek din rastî van zehmetiyan neyên  li ber xwe bidin û tevlî nav siyasetê bibin. Ger em bi rêxistinkirî bûyan, wê ew karesata di sala 2014’an bi serê keç û jinên me nehatan û em dîl ne diketin destê çeteyan de.”