Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi banga Piştevaniya Jİnê ya Ewropayê nûnerên gelek saziyên jinan li hev kom bûn û tundiya mêr şermezar kirin.

Nûnerên saziyên Yenî Kadin, SKB, Zora, Sekulaere Migrantinnen, Amara, Courage, ADKH, Yekîtiya Jinên Koçber, Jinên Ciwan ên Dîdîf û nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl tevlî çalakiya roja Çarşemê bûn.

Jin ji bo Meryem Şahîn li hev kom bûn ku 1’ê Gulanê li Hambûrgê ji aliyê hevserê xwe yê beriya 7 salan jê cihê bûbû hate qetilkirin. Jinan ji bo mezinkirina têkoşînê bang kirin.