Jina bi navê Emel ku hevsera çeteyekî DAIŞ’ê bû, piştî hevserê wê hat kuştin, DAIŞ’ê ew bi çeteyekî din re zewicand. Emel xwe radestî QSD’ê kir û niha li kampa Holê ye. Emel wiha dibêje: “Ez dixwazim vegerim welatê xwe Lubnanê.”
NESRÎN ELÎ / HESEKÊ
Dema ku çeteyên DAIŞ`ê gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, gelek malbatên çeteyan ji hemû bajarên cîhanê da dû wan.
QSD’ê di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de, li gundê Baxozê çete dorpêç kirine. QSD’ê bi hezaran sivîl ji lepên DAIŞ’ê rizgar kirin. Gelek malbatên DAIŞ’ê jî xwe radestî QSD’ê kir û li kampa Holê bi cih kirin.
Di nav wan de gelek jin hene ku poşman in ku tev li DAIŞ’ê bûne. Gelek jin jî hîna ji kabûsa DAIŞ’ê xilas nebûne. Lê serpêhatiya jina bi navê Emel a hevsera çeteyekî DAIŞ’ê cuda ye.
Emel Mihemed dayika 2 zarokan e û 20 salî ye. Emel li Lubnanê bi kesekî bi navê Mihemed Mehmûd re dizewice. Piştî demekê Mihemed Mehmûd winda dibe. Wê demê Emel ducanî bû. Piştî demekê hevserê wê jê re telefonê vedike. Emel wiha dibêje: “Ji min re got ez li navçeya Reyhanli ya Hatayê ya Tirkiyê me û xwest ez biçim cem wî û ez çûm cem.”
Piştî demekê, hevserê wê jê re dibêje ew ê tev li çeteyan bibe û biçe Sûriyê. Emel vê qebûl nake. Lê ji ber ku gefan li Emelê dike ku keça wê bibe Sûriyê, ew jî neçar dibe bi ya wî bike. Emel bi hevserê xwe re diçe Sûriyê.
Emel got wan bê astengî sînorê Tirkiye û Sûriyê derbas kir û çûn Idlibê. Piştî wê diçin Heleb, Minbic, Reqa û herî dawî jî Dêrazorê. Piştî wê hevserê wê di nava çeteyan de perwerdeya çeka kanasê dibîne û dibe sekvan. Hevserê wê di şerê li dijî QSD’ê de tê kuştin. Emel her tim dixwaze bizivire Lubnanê. Emel wiha dibêje: “Ez bi malbata xwe re di nava têkiliyan de bûm û pere ji min re şandin da ku ez ji Sûriyê derkevim, lê hevjînê min pere ji min distand û xerc dikir.”
Emelê got piştî hevjînê wê hate kuştin, çeteyan ew diyarî çeteyekî din kirin û bi çeteyekî hemwelatiyê Sûriyê re zewicandin.
Bi kombûna çeteyên DAIŞ`ê li herêma Baxozê re, piştî pêngava Bagera Cizîrê hevjînê wê yê din jî hate kuştin, heta ku QSD`ê rêyeke ewle ji wan re vekir û Emel jî derbasî kampa Holê bû.
Emelê di dawiyê de wiha got: “Piştî gefên hevjînê min, ez bi keça xwe re mam. Min gelek êş kişandin. Ez dixwazin vegerim welatê xwe Lubnanê.”
(jo/bm)