Bi hezaran jinên femînîst ên Baskî li ser pêyan silav li berxwedana YPJ kirin.
Li bajarê Bîlbao yê Bask 5. konferansa tevgerên femînîst pêk hat.
Konferansê sê rojan dom kir û 3 hezar jin ji hemû herêmên Baskê tevlî bûn.
Hejmarek jinên katalaonya û welatên latîn Emerîka jî beşdar bûn.
Di roja sêyemîn a konferansê de peyama Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdullah bi rêya vîdeo konferansê hate pêşkêşkirin.
Nesrîn Ebdullah silav da hemû beşdarên konferansê û spasiya wan kir ku ji destpêka şoreşê ve piştevaniya wan dikin.
Her wiha hêviya xwe anî ziman ku li dijî hovîtiya Erdogan a li dijî Rojava dengê xwe bilind bikin û piştevaniya xwe bidomînin.
Di beşeke din a konferansê de bi wesîleya Roja Rojava ya Cîhanî jinan pankarteke mezin nivîsandin û nîşan dan ku ew di heman çepera berxwedanê de ne.
Beşdarên konferansê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî tevgerên jinên Kurdistanê” û “Bijî tevgerên femînîst” qîriyan.
Di heman demê de alên YPJ, YPG û Kongreya Star hatin hildan.





