Jinên Ciwan ên Têkoşer îro ji bo şermezarkirina destdirêjiya li navçeya Kercewsê ya Êlihê li bajarê Silêmanî wêneyên ku nivîsên li dijî şîdeta li ser jinan hatibû nivîsandin daliqandin û derbarê wê bûyerê gel hişyar kirin.
Îro li parka Azadî ya bajarê Silêmanî Jinên Ciwan ên Têkoşer îro ji bo şermezarkirina destdirêjiya ku li navçeya Kercewsê ya Êlihê pêk hatibû ku 27 leşkerên dewleta Tirk a dagirker tecawizî keça 15 salî kiribûn, çalakiyek li darxistin.
Jinên ciwan çalakiya xwe bi daliqandina wêneyên ku nivîsên li dijî şîdeta li ser jinan hatibûn nivîsandin pêk anîn. Her wiha derbarê bûyerê de jî agahî dan gel.