Jinên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku armanca wan a sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got dê heta rizgarkirina wî li ber xwe bidin, her wiha destnîşan kir ku pêwîst e hemû jin bizanin ku azadiya Ocalan azadiya wan e.
Rêxistina Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina biryara ku der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate derxistin ku nabe parêzer û malbat hevdîtinê pê re pêk bînin, her wiha bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek ji bo raya giştî da.
Bi dehan endamên saziyên navçeyê, endamên Kongreya Star û jinên navçeyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêvberên Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Zindan Heso ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Bi rihê Berxwedana Serdemê û bi rihê şehîd Barîn û Avesta em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar dikin.
Wek jinên Kongreya Star em ê parastina hemû jinên bindest bikin. Bi vê berxwedanê em ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikînin. Azadiya Rêber Ocalan armanca me ya sereke ye. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê wek jinên Kongreya Star ji bo azadiya Rêber Ocalan heta dawiyê çalakî û xwepêşandan li dar bixin. Pêwîst e hemû jin bizanibin ku azadiya Rêber Ocalan azadiya wan e. Bi yek dengî û bi yek destî heta dawiyê em ê bibêjin bê serok jiyan nabe.”
Daxuyanî bi dirûşmên banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.