Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî xwest ku 3’ê Tebaxê bibe roja navneteweyî ya têkoşîna li dijî qirkirina jinê û ji bo çalakiyên 3’ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir.
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) bi wesîleya salvegera 5’an a qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an a Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
AZADIYA JIN Û ZAROKÊN ŞENGALÊ AZADIYA MIROVAHIYÊ YE
Di daxuyaniyê de qurbaniyên fermanê hemû hatin bi bîr anîn û hate destnîşankirin, ku wê ti carî fermana Şengalê ji bîr nekin û ji bo rizgarkirina tevahiya jin û zarokên hatin revandin têkoşîna xwe ya azadiyê geş bikin.
SMJÊ destnîşan kir ku azadiya jin û zarokên Şengalê azadiya mirovahiyê ye.
Di daxuyaniyê de kuştin, revandin, destavêtin, kolekirina jinê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate bibîrxistin û hate destnîşankirin, ku qirkirina Şengalê di rastiyê de femînîzîd e, yanî qirkirina jinê ye.
FEMÎNÎZÎD ME HEMÛYAN ELEQEDAR DIKE
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Kuştina bi rêk û pêk a jinê ji ber zayenda wê di asta gerdûnî de ji aliyê hişmendiya desthilatdar a zilam ve tê kirin, tundiyên fîzîkî, ruhî û kolekirinê di nava xwe de dihewîne.
Werin, em li hemû deverên ku femînîzîd lê heye bi eniya berxwedanê têkoşîna xwe bi gerdûn bikin.
Femînîzîd jiyana, tendurustiya û mafên bi milyonan jinan dike xeteriyê. Em vê rojê bikin roja têkoşîna navneteweyî ya li dijî qirkirina jinê.”
ŞENGAL BIRÎNÊN QIRKIRINÊ BI RÊXISTINA XWE YA XWESER DERMAN DIKE
SMJÊ ragihand, tevî ku delîlên van sûcan li ber dest hene, hîn jî çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wan bê darizandin dimînin. Di encama 5 salan de ku li Şengalê, tevî travmayek kolektîf yê civakê, bi pêşengtiya jinên êzîdî jiyan ji nû ve tê ava kirin. Ji bo azadiyê û guhertina hişmendiya civakê li ser hîmên pergala xweseriya demokratîk têkoşînek mezin tê meşandin. Bi keda xwe li hemû deverên ku jinê lê hate kole kirin, meclîs, komîn, kooperatîf hatin ava kirin û bersiva fermanê tê dayîn. Şengal birînên qirkirinê bi rêxistina xwe yê xweser derman dike.”
SMJÊ destnîşan kir ku li Şengalê jin hatin qirkirin, li Reqayê jî mafê jinên êzîdî hate stendin û diyar kir, “Bi hezaran dilxwazên doza azadiyê di serî de şervanên azadiyê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê di serî de QSD, YPJ û YJŞ ji bo tolhîlîna jinên êzîdî di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bîranîna wan û soza xwedîderketina nirxên jinê û mirovahiyê, em bang li hemû jinên navneteweyî dikin, werin em bi hev ra têkoşîna xwe yê azadiyê bilind bikin û di çarçovêya dadgehek navneteweyî de çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wan darizînin. Bi tenê bi vî awayî em ê bikarîbin xwedî li Edaleta Mirovahiyê derbikevin û bîranîna wan bidin parastin.”
JI BO BÎRANÎNA CANGORIYÊN FERMANÊ SAET: 11:00 DEQEYEKE RÊZGIRTINÊ
Di daxuyaniyê de ji bo 3’ê Tebaxê jî bangeke wiha hate kirin:
“Ji bo ku qirkirina jinê fermî were qebûl kirin û li tû deveran jin neyên qetil kirin, hêzên dagirker û qirker di serî de çeteyên DAIŞ ê û hevkarên xwe hesabê bidin û edalet bi cîh were, em bang li hemû jinên cîhanê dikin roja 3 ê Tebaxê bi hemû rêbazên têkoşînê û berxwedanê bikin roja navnetewî ya li dijî qirkirina jinê û bi sembola Êzdayî û Aşitiyê rengê spî (çarik/cil û berg) xurt tevlî çalakiyên asta cîhanî bibin.
Fermana Şengalê wê tû car neyê ji bîr kirin û neyê efû kirin.
BILA 3’Ê TEBAXÊ BIBE ROJA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ
Em daxwaz dikin:
– Divê qirkirina jinê û yê civakê li Şengalê, tevahî Rojhilata Navîn û Cîhanê bi dawî bibe
– Divê qirkirina jinê û yê civakê yê cihanê û roja 3 ê Tebaxê fermî bibe roja navneteweyî ya li dijî qirkirina jinê
– Divê hemû çeteyên DAÎŞ’ê, hevkarên wan, hemû kes û hêzên ku cîhê xwe girtin, di asta navxweyî û navneteweyî bi beşdarbûna jinan û gelan werin darizandin
– Azadî ji bo hemû jinên û zarokên ku ji aliyê çetyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin
SMJÊ ragihand ku wê di 3 û 4’ê Tebaxê de bi rengekî hemwext Saet: 11’an li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyan pêk bînin û banga tevlîbûnê kir.
Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyan wiha ye:
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
3.8.2019
Cîh: Bielefeld/ li ber Şaredariyê Jahnplatz
Saet: 12:00 Meş û Mîtîng
Cîh: Wesel li ber Brandenburger Tor
Saet: 11:00 şûn de mîting/
Saet: 17:00 li Mala Êzîdiya Wesel Ackerstr. 242 Civîna Gel derbarê rewşa Şengalê
Cîh: Kleve li navenda bajêr Herzogstrasse
Saet: 11:00 şûn de meş û mîtîng
Cîh: Saarbrucken li ber Europa Galerie
Saet: 11:00 şûn de Mîting
Cîh: Celle, Grosse Plan
Saet: 11:00 şûn de meş û mîtîng
Cîh: Walsrode Şaredarî- Langer Strasse
Saet: 11:00 şûn de mîtîng
Cîh: Hannover li ber stasyona navendî ya trênê
Saet: 13:30 meş û mîtîng
Cîh: Bremen li ber parlamento (Achim/Verden jî beşdar dibe)
Saet: 11:00-14:00 Standa Enformasyonê
Saet: 14:00 Mîtîng
Cîh: Berlîn Brandenburger Tor
Saet: 11:00 şûn de heta Saet: 13:00 Mîtîng
Cîh: Wilhelmshaven- li ber Dêra katolîk
Otto Meentz Str
Saet: 12:00 Mîting
Cîh: Sulingen Am Marktplatz E-Center
Saet: 12:00 Mîtîng
4.8.2019
Cîh: Berlin/ Mûseya kapîtalîsm Köpenicker Str. 172
Saet: 14:00 danasîna Pêşengeha derbarê qirkirina jinê li Şengalê
Cîh: Mala Êzîdiya Sulingen, Nienburger Str. 23
Saet: 12:00 Civîna Gel derbarê rewşa Şengalê û Sînevsyon
Cîh: Mala Êzîdiya Celle, An der Koppel 21
Saet: 13:00 Civîna Gel derbarê rewşa Şengalê û Sînevsyon