Bi armanca nîqaşkirina zagon û mafên jinan û wekheviya di navbera jin û zilaman de civînek bi beşdariya bi sedan jinên hêrêma Firatê, her wiha jinên endamên saziyan û endamên Rêveberiya Xweser, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate lidarxistin.
Di civînê de hate gotin ku rola jinan di civakê de girîng e, ji ber ku jin dikarin demokrasiyê û dadê ava bikin. Endama Dîwana Dada Civakî li Kobanê Evîn Şirnix di civînê de axivî û wiha got: “Zagonên jinan di her alî de hatine derxistin lê hîna di nava gel de nehatine pêkanîn. Pêwîst e mafên jinan di her alî de werin pêkanîn.”
Evîn Şirnix da zanîn ku bi pêkanîna zagonên jinan civakeke demokratîk ava dibe û divê jin li hemberî zilamên ku mafên wan binpê dikin û îşkenceya ku li ser tê kirin, derkeve û li gorî zagonên ku hatine derxistin hemû pirsgirêk werin çareserkirin.”
Piştre zagonên jinan ji aliyê rêvebera Kongreya Star Zehra Berkel ve hatin xwendin. Civîn bi nêrîn û nîqaşkirina beşdaran dewam dike. Civîn heta danê êvarê dê berdewam bike û dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan nîqaş û pêşniyar werin kirin.