Berdevka TJK-E Ayten Kaplan, derbarê şandina nameyên ji bo CPTe, ji ajansa ANFê re axivî û got; Di çarçoveya çalakiyên “Hezar jin, yek deng” de, heta niha zêdetirî 7 hezar name ji CPT’yê re hatine şandine .
Ayten Kaplan diyar kir ku ew ê plansaziya çalakiyên xwe yên Tebax û Îlonê, di rojên pêş de eşkere biki û got; Bi tecrîdê nirxên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî bin pê dikin. Tecrîd di şexsê birêz Ocalan de, li ser hemû civakên Tirkiyê hatiye ferzkirin. Tecrîd rengrkî cûda yê qirkirinê ye. Mixabin dewletên cîhanê jî, bi bêdengiya xwe dibine şirîkê vî sûcî.
Kaplan daznîn ku ew, li gel rojên xwendinê, çalakiyên girseyî jî dikin û got; Armanca me ew ku em kampanya li tevahiya cîhanê belav bibe. Em jinên kurd dibêjin, ‘azadiya Ocalan azadiya me ye.’ Ji gelek deverên cîhanê jî, jin piştgiriyê didin çalakiyên me. Em ê bi desteka jinên cîhanê bêdengiya cîhanê bi dawî bikin.
Ayten Kaplan, bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin çalakî û xwepêşandanên wan û got; Divê em vê gavê mezin bikin. Divê pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk were çareser kirin û birêz Ocalan jî azad bibe.”