Hevşaredara Erdîşê ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn û aktîvîsta TJA Yildiz Çetîn diyar kir ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ye û got. Em ê li dijî tundiyê li gelek deveran çalakiyan bikin û dengê xwe bilind bikin.

Yildiz, anî ziman ku ew ketine pêvajoya kampanyayê û got:

Li Tirkiye her roj tundî li hezaran jinan tê kirin, li girtîgehê tundî tê kirin, li malê tundî tê kirin.

Gelek jin jî têne kuştin. Ji bo dawî li kuştina jinan bê anîn, em ê li her qadê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Çetîn got; Me, weke jinên TJA ji bo têgihiştina zayendî karên atolyeyan da dest pê kirin.

Gelek hevalên jin tevlî vî karî bûn. Di vî karî de, em hewl didin têgihiştina zayendî li nava tevahiya civakê bela bikin.

Li her tax, gund, kolan û navçeyê li dijî tundiyê, em li ser hişmendiya têkoşînê dest bi kampanyayan dikin