Jinên Maya yên li Guatemela dijîn, peyama destekdayînê ji Leyla Guven re şandin û gotin: “Têkoşîna te di heman demê de têkoşîna me ye. Em ji te re hêza xwe, canê xwe, kêfxweşiya xwe û îsyana xwe dişînin.”
Jinên Maya yên li Guatemela dijîn, peyama destekdayînê ji bo hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 93 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorverger de ye, şandin.
Jinên Maya di peyama şandin de diyar kirin ku têkoşîna Guven di heman demê têkoşîna wan e.
Peyama jinên Maya şandine wiha ye: “Xwişka me Leyla Guven;
Em weke xwişkên Maya, Xîncas û Mestîzas ên bakurê Guatemalayê, silav û hezkirinên xwe yên germ ji bo te dişînin. Îro di navbera şerê li Guatemalê pêk tê de, em weke şervanên berê, ji nava jinên têkoşîneke dîrokî didin tên. Em ji bo te hêza xwe, canê xwe, kêxweşiya xwe û îsyana xwe dişînin.
Têkoşîna te di heman demê de têkoşîna me ye.
Em weke jinên Maya, agirê merasîma xwe pê dixin. A din dê ji vir û şûnde bi me re bijî. Dîsa dê navê jinên tevgera kurd li vê derê bi me re bin. Îro em, hêza başbûnê, hemû çiyan, kevirinên biçûk û mezin, çem û robaran, çiyayên agir û hêza şervanên jinên dîrokî ji te re dişînin. Ji vê derê em te hembêz dikin. Ev ji bo bedena te bibe hêza ruh û enerjiyê. Têkoşîna hemû gelên cîhan û jinan, ji bo jiyan û edaletê, dê li ser rêya zanistiyê berdewam bike.”