Piştî avabûna meclis û komîteyên lihevanînê yên taybet ji bo jinan, jinên gundewarên Reqayê cihê xwe ji nû ve vegerand, piştî ku di civakê de ji mafên xwe bê par mabûn.


Dema çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir kiribû, rola jinan bi temamî hatibû paşguhkirin û ji mafên xwe bê par mabûn. Lê piştî rizgarkirinê jinan dest bi lîstina rola xwe ya pêşeng kir, xwe bi rêxistin kirin û pirsgirêkên xwe çareser kirin. Bi vê mebestê gelek meclisên taybet ji bo jinan hatin avakirin. Jê Meclisa Jinan a El-Kesrat li başûrê gundewarên Reqayê hate avakirin.

Gelek komîte girêdayî meclisê ne, di nav de Komîteya Lihevanînê. Vê komîteyê heta niha 70 dozên girêdayî jinan çareser kirine.

Komîteya Lihevanînê ya girêdayî Meclisa Jinan di 14’ê Gulanê de li başûrê gundewarên Reqayê hate avakirin û ji wê demê de komîteyê dest bi xebatê kir û hewl da hemû astengiyên ku rastî pêşketina jinan tên, derbas bike.

Komîte ji 7 endamên jin ku di warê çareserkirina dozên malbatî û civakî de xwedî tecrube ne pêk tê. Her wiha 5 gund girêdayî meclisê ne: Kersa Ferec, Kesra Efnan, Kesra Şêx Cuma, Hiwêce El-Zehra û El-Sehil.

Heta niha komîteyê 92 doz pêşwazî kirine û derdora 70 doz ji wan dozan bi razîbûna her du aliyên nakok çareser kirine.

Girêdayî mijarê endama komîteyê Meryem El-Elî destnîşan kir ku ew ji bo çareserkirina dozên girêdayî jinan dixebitin. Her wiha diyar kir ku komîte roleke girîng ji bo vegerandina mafên jinan ên ku di dema DAIŞ’ê de jê bê par mabûn, dilîze. Meryem wiha domand: “Em pirsgirêkan bi rêya razîbûna her du aliyan û li gorî kevneşopiyên herêmê çareser dikin.”

Girêdayî dozên ku nehatine çareserkirin, Meryem da zanîn ku ew doz ji meclisê re tên veguhestin da ku girtekên pêwîst bigirin.

(şx)

ANHA