Jinên Şirnexî serdana Emîne Şenyaşar kirin ku ev 19 roj in nobeta dadê digire, ji bo hevserê xwe û kurê xwe yê kuştî.
Berxwedana Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 19’an de didome.
Insîyatîva Dayikên Aştiyê ya Şirnexê, Aktivîsên TJA’yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana Şenyaşar kirin.
Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç got ew serdana xwe li ser navê jinên Şirnexê dikin.
Tunç got,”Em li ser navê Meclîsa Jinan a Şirnexê hatin. Di nav me dayikên weke te hene ku zarokên xwe ji dest dane. Em jî li dijî nedadiyê li dadê digerin. Heta ku dad bi cih were em ê destekê bidin te. Em êşa te pir xweş dizanin û par ve dikin. Daxwaza te ya dadê ya me hemûyan e.”
Emîne Şenyaşar jî got dad nîne û wiha domand: ”Tenê zilmê li me dikin. Min ji zilmê pê ve tiştekî dî nedît. Ev 19 roj in li vir rûdinim, heta ku qeydên komkujiya li nexweşxanê derxînin ez ê rûnim. Çima qeydan par ve nakin. Heta ku dad pêk were, heta ji dest min were ez ê têbikoşim, bila min jî bigirin. Min bikujin jî dev ji daxwaza dadê bernadim. Kurê min bê hiqûqî girtine, çi kiriye kurê min? Heke sûcdar be bila me hemûyan bigirin.”