Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît têkildarî tecrîda li Îmraliyê axivîn

Sabahat Saritaş detsnîşan kir ku ew di pêvajoyeke wiha de ne ku Destûra Bingehîn a Darbeyê jî nayê pêkanîn.

Li welêt hiqûq tune ye. Şanoyek tê lîstin. Hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo gelên din demildest divê tecrîd bi dawî bibe.

Saritaş diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan li seranserê cîhanê toreke têkoşînê hatiye çêkirin û got:

“Gelek netew hay jê hene ku birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn çi qas girîng e. Dixwazin paradîgmaya wî ya ku diyarî gelan kiriye bi ruh û can bibe. Çareseriya krîza li Rojhilata Navîn di paradîgmaya birêz Ocalan de dibînin.”

Saritaş bertek nîşanî bêdengiya hiqûqa navneteweyî ya li hember tecrîda mutleq jî da û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Di serî de CPT demildest divê hiqûqa navneteweyî tevbigere û dawî li vê tecrîda mutleq ku veguheriye îşkenceyê bînin. Pergaleke kapîtalîst a li ser înkarkirin û qirkirina gelê kurd hatiye avakirin heye. Tirkiye jî parçeyeke vê ye û tecrîdê pêk tîne û êrişî kurdan dike. Ya dikeve ser milê gelan jî ewe ku li dijî van êrişan toreke têkoşînê pêk bîne û vê tecrîda mutleq ji holê rake.”

Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît jî got :

Ji bo kurd bibin xwedî statu divê tecrîd ji holê bê rakirin. Tecrîd bixwe polîtîka şerê taybete û ev şer sîstematîk e.

Zîlan bal kişand ser kiryarên AKP-MHP’ê yên li navçeyê;

Li Cizîrê li Medreseya Sor dane Weqfa Hayrat. Medreseya Meleyê Cizîrê lê xwendiye dane Weqfa Hayrat. Serdana gel jî qedexe kirin. Bi vî awayî dixwazin civakê tûne bikin bihelînin. Di bin navê îslammiyetê de gel asîmîle dikin.”

Wekî dawî got:

“Tecrîda di sexsê Abdullah Ocalan de li ser hemû civakê pêk tê. Botan bûye mîna girtîgeheke servekirî. Li her kolanê wesayîtên leşkeri digerin. Em civak bi giştî dibin tecrîdê de ne. Divê li dijî tecrîdê siyasetek xurt bê meşandin. Sutatu bi şikandina tecrîdê pêkan e.”