Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat destnîşan kir ku cîhanê tev dîmenên mezin ên şoreşan bi fermandariya jinan dît. Her wiha teqez kir jinên Sûriyê gavên nû ber bi azadiyê ve diavêjin.
REQA
Çalakiyên ahenga Roja Jinan a cîhanê li Reqayê bi axaftinan didomin. Her wiha bi navê Meclisa Jinên Sûriyê, berdevka meclisê Lîna Berekat axivî û wiha got: “Ev xak bû şahidê gewretirîn şoreşan bi fermandariya jinan. Wê cara yekemîn nan peht, stra, helbest gotin, zagona exlaq danî û yekemîn zanyarên keşifkirina derman û hejmaran bû.
Lîna Berekat wiha domand: “Jin; xak, heval, dîl û şehîd e û xwediya nameya mîraseya nifşên nû ye. Jin; şervan, têkoşer, raperdêr û ronahî ye. Ew parastvana xewnê ye, garantiya hebûnê ye, agirdanka agirê şoreşê ye û damezirînera soza nûkirinê ye.”
Lîna di domana axaftina xwe de wiha pê de çû: “Di dirêjahiya aloziya Sûriyê de, jinan karî hebûna xwe di tevahî aliyan de bisepanda, gavên nû ber bi azadiyê ve avêtin û vîna xwe ya bihêz sepand. Jinan şer bi terorê re kir û destanên lehengiyê nivîsandin. Ji lew re şoreşê navê ‘şoreşa jinan’ hilda.”
Di dawiyê de Lîna Berekat bal kişand ser berxwedana jinên Efrînê û cesareta wan li hember dagirkeriya Tirk.
Ji aliyekî din ve bi navê Koordînasyona Jinên Reqayê Ayşe Receb wiha axivî: “Têkoşîna jinan, cesareta wan û destaneyên ku nivîsandine, bi salan divê şahî li dar bikevin, ne tenê rojekê.”
Ayşe îşaret pê kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rol û risteke binyadî di hemû aliyên jiyanê de lîst. Nemaze rola jinên Reqa, Tebqa û Dêrazorê di têkbirina terorê de ji herêmên xwe.
Piştî axaftin bi dawî bûn, ji hêla koma Rêveberiya Jinan a Reqayê û koma Tebqayê ya stranên folklorîk û şanoyê, berhemên xwe pêşkêş kirin.
(fr)
ANHA