Yekîtiya Jinên Suryanî, di sala 2013’an ava bû û bi dixwazin bi Ereb û Kurdan re li Rojhilata Navîn rêxistiniya jinê û civakê berfireh bike.

Endama Yekîtiya Jinên Suryanî Corcet Bersomo anî ziman ku beriya sala 2000’an mafên wan yên ji bo parastina gelê Suryanî û mafên jinan tune bû û got; Di sala 2005’an de Komîteya Jinên Suryanî ava bû. Bi vê komîteyê re karên rêxistinî, çandî û civakî destpêkir.

Corcet Bersomo anî ziman ku di 13’ê Tîrmeha 2013’an, bi beşdariya 200 jinî wan li bajarê Dêrikê yekemîn konferansa xwe lidarxist û got: Me di vê konferasnê de Yekîtiya Jinên Suryanî ragihand. Piştre, li Tirbespiyê, Qamişlo û Hesekê şaxên wê hatin avakirin.

Piştre di 28’ê Îlona 2019’an de, li Qamişloyê Mala Jinên Suryanî ya Eştarût hate avakirin. Eştarût hem cihê piştevaniya civakê bû, hem cihê çareserkirina pirgirêkan bû.

Corcet Bersomo anî ziman ku di sala 2018’an de li Hesekê Akademiya Jin ên Ciwan a Bes Nahren hate avakirin. Dewreyên perwerdehiyê bûne sedem ku jinên Suryanî di aliyê îdeolojîk û aborî de li ser lingên xwe rawestin. Mana lis er piyan jî bi rêxisinê çêdibe. Şoreşa Rojava em fêrî vê ratsiyê kirin.

Îro jinên Suryanî bi xurtkirina têkiliyên bi jinên Kurd, Ereb û Suryanî re rêxistiniya jinê jî xurt dikin. Jinek ji neteweyekê çiqasî xwe bi rêxistin bike, ew neteweyê hewqasî nêzîkî azadiyê dibe. Em tevlî konferansa jinê ya li Lubnanê û panela jinê ya li Tûnisê bûn. Bi piştevaniya bi jinên Kurd û Ereb yên herêmê re, em ê li Rojhilata Navîn dikaribin azadiya gelên Rojhilata Navîn misoger bikin.