Daxuyanî bi pêşengiya TAJÊ û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hate dayin.
Nûnerên gelek rêxistin, siyasetmedar, çalakvan û rojnamevanên jin ên Iraqê jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rola jina Êzidî û hate destnîşan kirin ku tenê bi yekîtiya jinan û xweparastinê dikarin tolê ji sûcdaran rakin.
Di daxuyaniyê de di şexsê 19 jinên berxwedêr de hemû şehîdên fermanê hat bibîranîn û soza şopandina rêya wan hate kirin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
Ji aliyê din ve jî xebatên rizgarkirina jinên Êzidî di destê DAIŞê dene, ji aliyê YJŞ û YPJ’ê ve berdewam dike.
Jineke din a Êzidî ji kampa Holê hate rizgarkirin.
Navê jina ku hatî rizgar kirin Tewaf Dawid Çito ye. Ji aliyê YJŞ û YPJ’ê ve hate rizgarkirin.
Rayedarên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî rizgarkirinê hewl dan Tewaf Dawid Çito derbasî Şengalê bikin.
Lê belê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve bi saetan li ser sînor hate rawestandin.
Hate ragihandin ku piştî hewldana TAJÊ, YJŞ û YPJ’ê Tewaf Dawid Çito derbasî Şengalê hate kirin.
Li gorî agahiyan Tewaf Dawid Çito wê bi rêya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) radestî malbata wê bê kirin.