Heta kêliya dawî şer kir, dema ku guleya wî nema, bi kevirên derdora xwe, bi dirûşmeyan li ber xwe da. Navê wî Harûn Raman, yek ji xeleta zincîra fedayitiyê ya PKK’ê.

Ên ku ji xwe bihurîne, ji cihana ezeziyê xilas bûne, ji bo ku ji hewcehiyên civake re bibin bersiv ber bi qadên têkoşînê ve herikîne. Ev kesên pîroz her demê li eniya pêş a têkoşînê cihê xwe girtine, barekî giran dane ser milên xwe, dema ku cih û dema wê hatî jî, ji bo mirovahiyê bê dulî bi ser mirinê de çûne. Ew, ji xwe bihurîne. Wan dev ji tirsa mirinê qeriyaye, gihaştie wê fikre ku carinan bersiva herî baş ew e ku mirinê bitirsînin û bi dilrehetiya mîrateya ku wê li pey xwe bihelin, bi nemirinê ji mirinê re bûne bersiv. Yek ji van lehengan jî Harûn Raman (Burak Bogakan) e ku li Stenbolê, Sultanbeyliyê, di çalakiya ser qereqoa polîsan de bi fedayî şer kirî û nemir bûye.

DÎROKA FEDAÎTIYÊ

Tam dema li ber tinebûna Kurdan pêngaveke bi rengê derwîşan dertê holê. Ev pêngaveke wiha ye ku navê bûneweriyê ye ku rih dide miriyan, ango PKK ye. Dîroka PKK’ê di şertên herî zehmet de ku ti hêvî jî nemabû, lehengên ku bi rih û coşiya Apoyî gavên fedayî avêtin, dîrokeke wiha ye ku bi dilê xwe û bedana xwe li hişmendiya mirovahiyê hatiye neqişandin. Di nav PKK’ê de fedaîtî her çendî li zeman û mekanên cihê bi rengên cihê xwe vegotibe jî sîsika wê yek e. Sîsik, azadî bi xwe ye, teşe jî rêya afirandina vê û rêbaza vê ye. Li cem Kemal û Xeyiyan li gel mirinê jî xwedîderketina li azadî û rûmetê, li cem Hakiyan fedakarî û bi hişmendiyeke mezin dilsoziya bi kedê re ye. Li cem Mezlûm û Çaran, bi xwe dane ber êgir, li djî îxanetê rawesta li ser jiyana azad e. Salên 90’î Bêrîtan a ku ji zinaran li dijî teslîmbûnê bi par û bask bûyî, Ronahî, Bêrîvan ,Zekiya û Rahşan ku mîna gilokek ji êgir ji bo azadî û rûmetê navê xwe li dîrokê nivîsîn û bûne Newroz, agirê têkoşînê geş kirine. Andok, Êrîş, Zinar bûne xencêr li ser dilê dijmin. Rêbaza cuda be jî sîsik yek e. PKK zincîra fedaiyên zindî û dîrokê ye. Harûn Raman yek ji xeleka vê zincîrê ye. Heta bi hilma xwe ya dwî  yek ji mînaka herî zelal û berbiçav e ku çawa mirov dilsozî sîsika PKK’ê dimîne.
 

LI ÇIYAYÊN AZAD XWE DIBÎNE

Harûn şervanekî azadiyê ye. Jiyana li metropolan bi wî qelp tê. Mirov li xwe xerîb bûne. Ev jiyan ne jiyaneke wiha ye ku Harûn wê qebûl bike û dikeve nav lêgerînan. Di encama van lêgerînan de tevgera PKK’ê nas dike. Her ku nas dike, digihije wê fikre ku jiyana rast, tevlêbûna nav azadiyê ev e. Demên pêşî li derdora ku dijî tevlî nav xebatan dibe lê her ku nas dike ev jê re kêm tê. Piştre bi aktîvî li qadên berfireh dest bi xebatan dike. Bi vê re Harûn zincîrê xwe dişkîne û bi ramanên azad tije dibe. Êdî xebatên ku dike ji lêgerîna wî re nabin bersiv, biryarê li ser dide ku biçe çiyayên azad. Harûn gihaştiye çiyayan û xwe gidanyiye sîsika azadiyê. Harûn li çiyayan dihilmije. Ji bo ku di van rêyan de bimeşe bi hewes e û ji bo ku li van deran e şad e.


BI DIRUSTÎ, BI BÊHESABÎ

Harûn ji roja pêşî ve bûye xwedî tevlêbûneke bi îdîa. Kesayatiya wî ya xwedî bawerî, dilsoz û li ser azadiyê biryar dayî, dema ku bi îdeolojî û hêza ramanê ya PKK’ê bi dirûv dibe, helwesteke fedayî dertê holê. Heta bi mêjiyê hestiyên xwe PKK’ê dijî, çi tiştê ku li pêşiya şoreşê asteng e, li dij wê radibe û şerê wê dike. Bi jiyana xwe her kêlî dupat dike ku ew fedaî ye. Ji azweriyên cîhanî xwe dûr digire, nefsa xwe kontrol dike, li ramanên xwe kûr dibe, dilê wî tim li serkeftinê asê dibe, milîtanekî wiha ye ku ji bilî serkeftinê tiştekî dî qebûl nake. Tim di nav ramanên kûr e ye. Ji hêla leşkerî û îdeolojîk ve xwe perwerde dike. Yek ji derwêşê serdema xwe ye. Bi felsefeya pariyek nan, xirqeyekê di şertên herî dijwar de têkoşînê dibe serî, sona vê xwariye.

JIYANA WÎ JÎ BI FEDAÎ YE

Harûn hay jê heye ku şoreşgerî û fedaîtî tenê bi çalakiyê nabe, bi esasî bi tevlêbûnê, bi jiyanê dest pê dike. Dizane ku kesayatiya şoreşgerî, bi kesayatiya kedkar e. Li şûna ku hevrêyên xwe zêdetir westîne, ew zêdetir xwe diwestîne. Di jiyanê de bê hesab û dirûs e.  Ev jiyan bi keda fedaiyên weke  wî çêbûye, xwedîderketina li jiyanê xwedîderketina li şehîdan e. Her devera ku diçiyê kedeke zêde dide, nirxan diafirîne. Jixwe kesayatiya şoreşger kesayatiya wiha ye ku nirxan diafir3ine. Ne tevlêbûna ji çav re ye. Li gorî wî fedaîtî jiyan, rengê tevlêbûnê û domdarî ye. Her demê xwe daye ber pirsan û gav bi hav xwe nû kiriye. Wî, bi jiyana xwe nîşan daye ku qutikê ji êgir ê PKK’ê wê li xwe bike.

DI DEMÊN ZOR DE XWE DIÇESPÎNE

Harûn ku tekana armanca wî xizmeta li şoreşê ye, êdî dixwaze keda ku partiyê daye wî fêkî bide. Ttim dixwaze li qadên şerê germ bibe xwedî pratîkê. 2012’an, ji bo demeke diçe qada Zagrosê ku pêngavên mezin lê dibin. Demekê tevlî çalakiyên li qada Çelê û Geverê dibe. Ne tenê dema çalakiyê, bi helwesta xwe ya li van pêvajoyên dijwer xwe diçespîne. Dixwaze bibe yek ji wan ku herî pir kedê dide û herî pir dixwaze êrîşê bibe.  Beriya çalakiyê li ser taktîka çekdarî û leşkerî hevalên xwe perwerde dike. Li ser gelek taktîkên gerîla xwe perwerde kiriye û bûye pispor. Ji çalakiyan diçe çalakiyan. Li coğrafyaya asê ya Zagrosê dest bi gavavêtinê dike, heta bi Garê, Çarçala. Li gelek eyaletan pratîka şer dike. Bi hostatiya xwe ya li şer û taktîkê xwe diçespîne. Û rêya eyaleta Amedê ji Harûn re vedibe. Li Amedê li gelek qadan dixebite û gelek şervanên nû perwerde dike. Bi dilnizmiya xwe gelek hevalên wî yên ku wî ew perwerde kirin, dibine heyranên wî.
 

DILSOZIYA BI HEVRÊYÊN XWE RE

Li nav PKK’ê, dilsoziya bi PKK’ê re yek ji rêgeza herî pîroz e. Harûn mînaka herî berbiçav û tûj e ku wê ev rêgez hewceyî bi pê hebe bi mirinê jî biparêze.  Di êrîşên 24’ê Tîrmeha 2015’an d fermandarê wî û hevrêyê wî ji rih û can Şervan Varto şehîd dibe. Li ser şehadete û li ser mijara ku li dijî êrîşên îmhayê bibe bersiv, bi hîsa berpirsyariyê biryar li ser dide ku dema tevgerê ye. Divê bersiveke wiha were dayin ku derb li dilê dijmin bikeve. Bi vê çalakiyê divê tola fermandarê xwe bihilîne û ji êrîşan re bibe bersiv. Wê li barê ku dîrokê li ser milê wî bar kiriye xwedî derkeve û nîşan bide ku xwe gihandiye ‘’sîsik’’ê.

HETA BI GULEYA XWE YA DAWÎ

Erdal Nûda, li gel hevrêyên xwe Botan Canfeda dest bi plansazî û haziriya çalakiyê dikin. Armanc Navenda Polîsan a Fatîhê ya Sultanbeylî ye. Dîroka ku wê neyê jibîrkirin, 10’ê Tebaxa 2015’an. Pêşî hevrêyekî wan wê wesayiteke tije teqemenî li ber qereqolê biteqanda, piştre jî, wê li dijî polîsên ku li cihê çalakiyê kom bûne çalakî bikirana. Dema wê hatibû û çalakiyê dest pê kiribû. Hevrêyekî xwe ji pêş ve ber bi nemiriyê ve şandiye û li dijî polîsên ku kom bûne şer kiriye.  Hêzên dijmin ku bi çekan nikarîbûn tiştekî bikin, bi wesayitên zirxî û bi sedan kontroyan êrîş anîne. Harû, bêdudiliyekê, bi biryardariyeke mezin ber bi nemiriyê ve beziyaye. Heta bi guleya xwe ya daw3i şer kiriye, dema ku guleyên wî qediyane bi kevirên dedorê, bi dirûşman lli ber xwe daye. Harûn, bi karakter û çalakiya xwe nîşan daye ku jiyana birûmet tekane vebijêrk e. Ispat kiriye ku giyanê fedaîtiyêti caran wê têk nece. 10’ê Tebaxa 2015’an tevlî nav karwanê şehîdan dibe û dibe parçeyek ji xeleka fedaiyên PKK’ê.