Delegasyona Jinan a Navneteweyî ku ji 7 kesan pêkdihat, di navbera 9-14’ê Kanûnê de li Amed û Stenbolê serdankirin.

Yek ji kesên di şandeyê de cih digirt, parlametner Julîe War bû, derbarê serdanan de axivî û got; Şandeya me, serdanên xwe yên li Amed û Stenbolê bi dawî kirin, Em bi perspektîfên cuda derketin rê û bi jinên Kurd re eleqeder dibin. Armanca me ew e ku em hişmendiyekê ava bikin.

Julîe destnîşan kir ku bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan hatine Amedê û got:Mafên mirovan rêzdariyê nabîne û dora çalakiya Nobeta Edeletê, ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Bi mirovên ku zilm dîtine û têkoşînê dimeşînin re hatina gel hev girîng e.

Em di 2015’an de jî hatin vir û me bi jinan re hevdîtin kir. Piştî ku em ji otele derketin polîsan dora me girt. Ji bo Heskîfê em tevli çalakiyan bûbûn. Ev ne rewşek normal e. Bi vî awayî demokrasî pêş nakeve. Gelo kesên ji bo azadî û demokrasiyê têkoşinê dikin, çima wek tehdîd têne dîtin? Ev ne normal e…

Julîe anî ziman ku wek endama Delegasyona Jinan a Navneteweyî çûne serdana çalakgerên Nobeta Edeletê û got; Têkoşîna malbatan heybet e. Her kesî xwişk û birayên xwe winda kirine. Dema min êşa wan guhdarî kir, dilê min şewitî û min xwe nêzî wan hîs kir.”

Julîe herî dawî got; Tecrîd suc e, Tirkiye jî suc dike. Divê werê zanîn, bi şikandina tecrîdê wê pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn bên çareser kirin, Fikir û nêrînên Abdullah Ocalan gelek bi bandor in û hemû cîhan jî vê diaxive. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne hiqûqî ye û ne demokratîk e. Suc e. Pêşî Imralî, piştre Amed bûne cihê hêviyê. Ewder bûne remza têkoşîna polîtîk û cihê hêviyê.