Ji bo kampanyaya navneteweyî bi navê “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” 10’ê cotmehê hate destpêkirin, piştgirî berdewam dike.

Endamê Koma Çep a Ewropayê û endamê berê yê Parlamenta Ewropayê Jurgen Klûte jî bi gotina ‘Tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin’ piştgirî bi kampanyayê kir.

Siyasetmedarê Elman Klûte got:

“Divê şert û mercên ku Ocalan di nav de ye, bê guhertin. Xisûseke din jî, girîng e ku mirov pêvajoya aştiyê ya ku Ocalan di nav de ye, teşwîq bike û piştgiriyê bidê. Ocalan sala 2013’an ji polîtîkaya berxwedana çekdarî derbasî çareseriya siyasî bû û bi vî rengî nîşanî me da ku bi rastî jî alîgirê pêvajoya aştiyê ye. Lewma ez bawer dikim ku divê Parlamentoya Ewropayê (PE), Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewropayê (KE), siyasetmedar û saziyên navneteweyî piştgiriyê bidin Ocalan. Ez difikirim ku ji bo şerê li hemberî Kurdan bi dawî bibe û pêvajoya aştiyê pêk were, ev yek girîng e.”

Endamê berê yê Parlamenta Ewropayê Jurgen Klûte helwesta Ewropayê ya li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava jî nirxand û got û got:

“Êrîşên li ser Rojava binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Eşkere ye ku êrîşên li ser binesaziya sivîl û sivîlan, li dijî nirxên hiqûqî yên heyî ye. Eger em gilî û gazinan dikin ku Rûsya di şerê Ûkraynayê de sûcê şer dike, wê demê divê em heman fikarên xwe yên têkildarî Tirkiyeyê jî bînin ziman ku li Rojava li hemberî mirovên li wê derê, bi taybetî li dijî Kurdan heman sûcên şer dike. Divê Tirkiye bê rexnekirin ku ji bo hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bide û zext lê bê kirin ku êrîşkariya li ser Rojava bisekinîne.”