Wezareta Edaletê ya Fransayê diyar kir ku Félicien Kabuga ku ji qirkirina li Rûandayê, sûcê qirkirin û mirovahiyê tê sûcdarkirin hatiye destgîrkirin.

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya ji bo Rûandayê Kabuga yê 84 salî bi qirkirinê û sûcê li dijî mirovahiyê sûcdar dike. Tê gotin ku Kabuga fînansorê sereke yê koma etnîkî ya Hûtûyan bû sala 1994’an 800 hezar kes qetil kirin.