Kadrî Saka ji bo protestokirina daraza Elmanya di greva birçîbûnê de ye.

Siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka, 16’ê Çileya 2024’an li Bremenê li mala xwe hat binçavkirin û bêyî ku bê darizandin hate girtin.

Kadrî Saka, li girtîgeha Hamburgê tê girtin û li dijî biryara neqanunî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir.

Parêzer Îsmaîl Cengîz diyar kir ku muwekîlê wî, got ku binçavkirina wî ne li gorî delîlên madî ye û 10 sal in li Bremenê li heman navnîşanê rûdine.

Lê Dozgeriya Elman bi behaneya “gumana revê heye” ew girtiye .

Prz. Ismaîl Cengîz got; Muwekîlê min li dijî kirinên dijminatiya darazê ya li hemberî Kurdan dest bi greva birçîbûnê kiriye û ji bilî ava kaniyê tiştekî din naxwe.

Kadrî Saka, ji gundê Hespist ê Hezexê ye û di sala 1991ê de ji ber zextên dewleta Tirk hat Elmanyayê û mafê penaberiyê xwest.

Siyasetmedarê Kurd Kadrî Saka ku di nava civaka Kurd a Bremenê de tê naskirin, beriya niha jî, ji aliyê polîs û daraza Elman ve rastî tacîzê hatibû û herî dawî di sala 2022’an de hatibû binçavkirin