Li derdora bajarokê Dakokê gelek Kakeyiyan bune armanca êrîşên çeteyên DAIŞ’ê. Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe li ser Kakeyiyan zêde kirin û êrîş bûne sedemê Kakeyî dev ji gundên xwe berdin. Çavdêrê siyasî Selam got ku êrîş zêdebûne û dixwazin Kurd ji navçeyê derbikevin.
Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an ewlekariya başûrê Kerkukê dibin metirsiyê deye, êrîşên çeteyên DAIŞ yên li ser gundên derdora bajarokê Daqoqê zêde bûne. Kuştin û revandina welatiyan metirsî xistiye ser Kakeyiyan. Gelek caran çeteyan êrîş birin ser gundên Kakeyiyan û welatî hatin revandin.
Bi dehan Kakeyî dema ku bi pêşmergeyan re şer kirin şehîd ketine û ewqas jî birîndar hene. Hêjî êrîşên ser Kakeyiyan dewam dikin. Li ser metirsiya êrîşên ser Kakeyiyan, çavdêrê siyasî Selam Kakeyî ji RojNews re axivî.
Selam Kakeyî got ku Kakeyî ne tenê li Daqoqê ne, zêdetirî wan dinava bajarê Kerkukê de jiyan dikin. Kakeyî destnîşan kir ku di sala 2003’an de gelek Kakeyî bi bûyerên cuda hatin kuştin û bûn armanca terorîstan.
Selam Kakeyî wiha domkir: “Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê terorîstan êrîşê gundên Kakeyiyan dikirin, yan dikuştin yan jî di revandin. Li navçeyên ku Kakeyî lê hene gelek êrîş çêdibin û welatî tên hedef girtin. Ew hêzên ku li wan navçeyan nikarin wan deran kontrol bikin. Ji xwe nikarin xwe jî bi parêzin, gelek caran nêzîkê hêzên ewlekariyê bombe hatin teqandin.”
Li derdora Daqoqê 8 gundên Kakeyiyan hene, ji wana 4 gund bi temamî hatine vale kirin. Herwiha 2 gund jî tenê 3 malbat têde jiyan dikin yên din hemû reviyane.
Selamî di dewamê de got: “Zêdetirî 30 teqîn li navenda bajarokê Daqoqê çêbûn, navçe gelek firehe ji bo wê parastina wê gelek zehmete. Li gorî me ya herî baş divê pêşmerge û asayîş li van navçeyane werin bicih kirin. Ger ev yek pêkwere wê malbat vegerin ser malên xwe û dubare dest bi jiyana xwe bikin.”
Çavdêrê siyasî Selamî li ser rewşa parastinê ya polîsên federal yên Iraqê jî got: “Polîsên federal yên Iraqê di saet 18:00’an de hemû rêyan digrin û kes nikare biçe û bê. Lê liv û tevgera çeteyan heye û ev jî dibe sedemê metirsiyê. Tenê hinek xalên kontrolkirinê li ser şeqamê hene. Xelk hêvî dikin ku wê Hikûmeta Herêma Kurdistan bi Iraqê re hêzek hevbeş ava bikin û van navçeyan bi parêzin. Ger heya niha xelkê malên xwe ne berdane ji ber vê yekê ne berdane.”
‘Dixwazin navçeyê ji Kurdan vale bikin’
Selam Kakeyî di dewamê de balkêşa ser vale kirina navçeyê ji Kurdan û got: “Guman heye Başûrê Kerkuk û gundên Kakeyiyan ji Kurdan vale bikin. Ev jî ji bo ku kesên dixwazin vê yekê bikin, zevi û malên xelkê ji xwere bibine. Ev jî wisan diyar dike ku neyarên Kurd dixwazin biryarê li Bexda bigrin zeviyên Kurdan ji bo xwe bibin. Herwiha li Kerkukê jî gelek malbatên Kakeyî dinava taxên Ereban de jiyan dikin, bi êrîşan dixwazin Kurdan ji navçeyê durbêxin.”
ROJNEWS