Serokê ÇEV-DER ê Wanê Elî Kalçik ê diyar kir ku ji ber texrîbkirin û qetlîamên xwezayê nexweşiyên mîna vîrûsa koronayê peyda dibin, diyar kir ku eger tedbîr neyê girtin wê karesatên wiha pêk bên.

Yek ji sedemê herî mezin ê şewba vîrûsa korona ya ku li tevahî dinê belav bû, texrîbkirina xwezayê ye. Serokê Parasvanê Derdor û Bermayên Dîrokî ya Wanê (ÇEV-DER- Wanê) Elî Kalçik bal kişand ev şewba ku li tevahî cîhanê belav bûye, bi destê mirovan hatiye avakirin. Kalçik anî ziman ku mirov di bin navê xwedî li xezayê derbikevin xwezayê texrîb dike, ji pêwîstiyên xwe zêdetir berhevdike.

Kalçik diyar kir ku sîstema sermayedar ji bo kara zêde bê ku pîvanan li ber çav bigire êrîşî derdor dike û wer dike ku xwezayê têk bibin.

Kalçik diyar kir ku bajar veguherandine betonê û di bin navê bajarvaniyê de wer kirin ku zindî nikaribin nefesê bistînin û got: “Qada jiyanê li zindiyan teng kirine. Ji ber bajarvaniya ne bi pîvan rê li ber wê vekir ku zindî nikaribin bijîn, qadên ji bo jiyana wan ji ber ratê feda kirin. Qadên çandiniyê ji avadaniyê re vekirin. Daristan ji ber rantê tine kirin. Çav li şewitîna daristanan girtin.

Kalçik da xuyakirin ku li her deverên cîhanê santral û termîk hatin avakirin û got: “Bi gaza serayê tebeqeya ozon qûl kirin, avhewaya dinê hate guhertin, qeşa heliyan, her tişt tevlî hev bû. Êdî ne havîn weke havînan e û ne jî zivistan. Di nîva werza havînê de teyrok dibarin, dîsa bahoz radibe û malan dihilweşîne. Li aliyekê zuhatî, li aliyê din lêhî, bahoz, karesat.”

‘XWEZA TÊ TINEKIRIN’

Serokê ÇEV-DER Elî Kalçik diyar kir ku xweza tê talankirin, rûyê erdê tê guhertin. Bi hezaran cûreyên zindî û şînatiyan tine dibin. Li gelek deverên cîhanê barana bi astî dibare. Dar hatin birîn, av hatin zuhakirin, masî tine bûn.”

‘MIROV JI DAXWAZÊN XWE ZÊDETIR DIHILBERÎN’

Kalçik destnîşan kir ku mirovan bi destê xwe pandemî pêk anî û got: “Berî her tiştî me xweza û derdor texrîb kir. Me li ser rûyê erdê, zilm li hemû zindî, lawir û kêzik-kurmikan kir. Bi vê yekê me dengeya xwezayê têk bir. Ev vîrûs encamên vê ne. Xweza weke ku bi vîrûsekê tolê bistîne.

Kalçik anî ziman ku li şûna cîhaneke ekolojîk, demokratîk û wekhev encama komkirina kapitalîst a hov û depokirinê vîrûsa koronayê pêk hatiye û got: “Ji ber şêweyê hilberînê ji daxwazê zêde tê komkirin. Tim berhem tên hilberîn. Kapitalîst û serwer aştî, biratî û azadiya ya ji bo mirovan pêwîst ji wan digre, bi qasî ne ji bo wan nepêwîst berhem dixemilîne û pêşkêşî wan dike. Bi vê yekê mirov ne tenê ziyanê dide xwe heman demê ziyanê dide xwezayê jî.”