Dewleta Tirk a dagirker bombe li kampa Eyn Îsayê barandin. Di encamê de zarokek bi giranî birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker bi topan bombe li kampa Eyn Îsayê barandin. Di encamê de zarokê bi navê Hatim Hazim Mihemed Hatim ê 13 salî bi giranî birîndar bû û lingekî wî jê bû.
Hate ragihandin ku lingê din ê Mihemed Hatim jî bi giranî birîndar bûye. Tedawiya Mihemed Hatim li nexweşxaneyê dewam dike.