‘Kampanyaya Global’ ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê rêvebirin, li Brûkselê 5’ê Îlonê wê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Imraliyê tecrîda girankirî li ser e, beriya bi 20 salan ji bo ku pirsa Kurd bixe rojeva Ewropayê çûbû Italyayê. Kampanyaya Navnetewî ya ‘Ji Ocalan re azadî’ got, ‘êdî dema wê hatiye’. Bi vê wesîleyê li Brûkselê 5’ê Îlonê li Kûluba Çapemeniyê (Press Clûb Brussels Europe) wê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.
Ocalan ev nêzî 20 salan e li girava Imraliyê li girtîgehê ye. Organîzatorên kampanyayê dibêjin Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê liv ê giravê bi rengekî sîstematîk tê binpêkirin. Parêzerên Ocalan ev ji 7 salan zêdetir e parêzerên xwe nebine. Heta niha hevnetîna bi parêzeran a bi girtiyan re ev çend dirêj nekiriye.
Piştî ku hevdîtinên bi dewleta Tirk re bi dawî bûn li ser Ocalan tecrîda mitleq hate danîn. Ji 2015’an ve ti agahî ji Ocalan û sê girtiyên din ên Imraliyê nayê standin.
Imralî ji hêla organîzatorê kampanyayê ve mînak ‘qulika reş’ a li navenda Ewropayê tê binavkirin. Ev qulika reş êdî bandorê li hemû Tirkiyê û Ewropayê dike.
Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî, ji lîderê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela û vir ve kampanyaya herî mezin a azadiyê ye. Di vê kampanyayê de ya ji bo girtiyê siyasî nêzî 10 milyon îmze hatin komkirin.
Gelek rewşenbîr, siyasetmedar, sendîkayên ku bi milyonan endamên wê hene destekê didine kampanyayê. Di nav destekvanan de ev hene: Maîread Maguîre ku bi Xelata Aştiyê ya Nobelê ye, Noam Chomsky, Serokkomarê Berê yê Tîmora Rojhilat Jose Raman-Horta ku bi xelata aştiyê ya Nobelê ye, Prof Angela Davîs, Serkpsîkoposê ji Efrîkaya Başûr Desmond Tutu, ku bi xelata aştiyê ya Nobelê ye, lîderê Îrlandayê Gerry Adams, lîderê Baskî Arnoldo Otegî, sendîkaya Ingilîz û Îrlanda Unîte teh Unîon, sendîkaya giştî ya Kraltiya Yekbûyî GMB û her wiha sendîkaya Ingilîz Durham Mîners Assocîatîon.
Kesên ku 5’ê Îlonê wê tevlî daxuyaniya çepameniyê ya saet 11.00’an bibin:
Havîn Guneşer: Nûnerê helkefta navnetewî ya ”Ji Abdullah Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî’.
Arnoldo Otegî: Koordînatorê Euskal Herrîa Bîldu, koalisyona alîgirê serxwebûna Baskî. Di pêvajoya aştiyê ya Baskê de bi roleke navendî rabû. 2009-2016’an di girtîgehê de ma.
Ross Forbes û Joseph Whîtwort: Nûnerên Durham Mîners Assocîatîon.
Eleonora De Majo: Ji Dema Partyê endamê meclîsa şaredariyê û delegeye Luîgî De Magîsrîs.
Mauo Palma: Serokê berê yê Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) ku li Italyayê ji bo girtiyên ku mafên wan ji dest hatin standin navbeynkariya navnetewî kirî.