Welatiyê navçeya Ranya Amanc tecrîda girankirî a li ser Rêber Abdulah Ocalan şermezar kirin û diyarkir ku tecrîd li dijî mafê mirovane. Rojnameger Xalid Ehmed jî bang li rewşenbîr, nivîskar û gelê Kurd kir daku welatên cîhanê ji zilma dewleta Tirk ya ser gelê Kurd agadar bikin.
Dewleta Tirk nahêle malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan biçin gel. Ji sala 2011’an ve tecrîdek giran kirî li hemberî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê meşandin. Welatiyê navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperîn Amanc Hertalî û rojnameger Xalid Ehmed tecrîdê şermezar kirin û li ser vê mijarê ji RojNews re axivîn.
Amanc Hertalî ku yek ji niştecihê bajarokê Ranya ye, li ser tecrîda girankirî a li ser Rêber Abdulah Ocalan axivî û got; “Rêber Ocalan bîrmendek mezin yê gelê Kurde, ev demeke dirêje ji aliyê dewleta faşîst ya Tirkiyeyê ve tecrîdek giran kirî li ser tê meşandin. Rêber Ocalan ji hemû mafan hatiye bê par hiştin, ev jî karek nemirovahiye û binpêkirinek li dijî hemû mafên mirovane.
Ez bang li rêxistinên navnetewî dikim, ji bo bi dawî anîna tecrîdê bixebitin. Divê gelê Kurd jî li her çar parçeyên Kurdistanê û dervey welat, çalakiyên sivîlî li dar bixin. Ger ev yek pêkwere wê tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe. Ji ber ku ev tecrîd li hemberî hemû Kurdane.”
Rojnameger Xalid Ehmed jî li ser heman mijarê ji RojNews re axivî û got; “Dewleta Tirk bi du awayan mafê birêz Ocalan binpê dike. Ya yekem bi awayek neheqî di zindanê deye, ya duwem jî tecrîda girankirî li ser dide meşandin. Divê dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bîne û hewl bide bi rêya guftugo û aştiyê pirsgirêkan çareser bike.
Divê rêxistinên navnetewî û Neteweyên Yekbuyî, ji bi dawî anîna tecrîdê hewldanên cidî bidin. Divê ev rêxistin ji bo ku malbat û parêzer biçin gel Rêber Ocalan zextek cidî li ser dewleta Tirkiyeyê bikin. Pêwîste rewşenbîr, nivîskar û kesayetên Kurd, welatên cîhanê ji zilma dewleta Tirk ya hember Ocalan û gelê Kurd agadar bikin. Ev erkê hemû Kurdekê ye, ji ber ku wê bi azadiya Oclan dawî li şer bê û aştî pêkwere.”