Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû got; Têkoşîna herî hêja ya cîhanê, ya dîroka mirovaniyê têkoşîna jinê ye. Ji bo vê yekê, serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pengavek dîrokî ye.

Divê, yên li Îranê siyasetê dikin, bi sosyolojiyê re mijûl dibin, yên ku parçeyek ji rastiya civaka Îranê ne, divê serhildana jinê destek bikin. Rabûna li ber serhildana jinê rabûna li ber dîroka Îranê ye, rabûna li ber rastiya Îranê ye, şerê li dijî rastiya xwe ye.

Karasu got; Komara Îslamî ya Îranê bi rastiya xwe re şer dike. Nêzîkatiya neyînî ya li dijî sîstema azadiya jinê, nêzîkatiyek neyînî ya li dijî dîroka Îranê û gelên Iranê ye.

Divê werê zanîn, serhildana jinê ya li Kurdistan û Îranê, xwe dispêre civakparêziyê û ji ezeztiyê dûr e, li ser esasê feraseta azadiya civakî ye. Xeta azadiya jinê xeta azadiya civakan e. Serhildana jinên Kurd û gelên li Iranê, li dijî her cûre paşverûtiyê ye, li dijî modernîteya kapîtalîst e û xwedîderketina li nirxên civakî ye.

Têkoşîna jinan ya bi diruşmeya “jin, jiyan, azadî” girîng e û rûyê bedew û ronî yê Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Ji bo vê jî, divê gelên Rojhilata Navîn û yên cîhanê, vê serhildanê destek bikin.

Karasu herî dawî got; Îran, wê bi xeta azadiya jinê biguhere. Divê rayedarên desthilatdariya Iranê jî, nêzîkatiyek rast nîşan bidin û rewşa jinê rast binirxînin, polîtîka û çareseriyek rast bikin rojevê.