Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan li ser êrişa dewleta Tirk a li Garê got, “Erdogan bi qumarê lîst, lê xisirî. Ya rast, xwest ku Garê veguherîne şoveke siyasî, lê jê nehat.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî û bi berfirehî qala êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê û berxwedana gerîla kir.
Karayilan diyar kir ku şer û berxwedana Garê ji niha ve cihekî girîng di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de girtiye û got, “Bi ked, wêrekî û fedakariya şehîdan ev destan hate nivîsandin.” Karayilan anî ziman ku êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê operasyoneke ji rêzê nebû; di asta herî bilind de hate birêxistinkirin, biryar li ser hate dayin û got, “Serokkomar, wezîr û fermandariyên wan ên giştî bi xwe li ser sekinî bûn. Her wiha bi mehan amadekariya wê kirin û piştre êriş kirin.”
JI BO DEWAMKIRINA REJÎMÊ
Karayilan bi bîr dixe ku bi taybetî di van 6 mehên dawî de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şerekî dijwar didin û tevî dagirkeriya dewleta Tirk gelek îmkan xistine dewreyê jî bi ser neketiye û negihiştiye armanca xwe. Karayilan got: “Ji ber vê jî di sîstemê de krîz heye. Rejîma tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê di warî aborî, siyasî, civakî û eskerî de pêsîrtengî û tengav bûye. Siberoja wan di tehlûkeyê de ye. Di van şert û mercên zivistanê de xwestin derbekê li me bidin û bi vî awayî hebûna xwe dewam bikin.
EGER BI SER KETIBÛNA WÊ HILBIJARTINA PÊŞWEXT KIRIBÛNA
Eger di êrişên xwe de bi ser ketibûna wê hilbijartina pêşwext pêk bianiyana. Bi vê armancê tevgeriyan. Di nava sal û nîvê de li Bakurê Kurdistanê ji Serhedê heta bi Mêrdîn û Dersimê li dijî hêzên me deh operasyon pêk anîn. Ev hemû bê encam man. Me li ti deverê derb nexwar. Tenê li Mêrdînê sê şehîdên me çêbûn. Êrişa Garê weke asta herî jor a van êrişan plan kiribûn. Dixwestin Garê dagir bikin. Li cihê wê yê herî stratejîk bi cih bibin û bi vî awayî hem li dijî me û li dijî hêzên dewrûberê bibin xwedî pozîsyoneke bi hêz û serdest.
WÊ BI ÊSÎRAN ŞOV BIKIRA
Li heman herêmê êsîr hebûn. Di vî warî de agahiya wan hebû. Me jî dizanîbû haya wan ji vê heye. Dixwestin sax an jî mirî bixin destê xwe û şov bikin. Pêdiviya wan bi vê hebû ji bo desthilatiya xwe bidomînin.
Di asta herî jor de hatibû plankirin û amadekirin. Tevî ku dizanîbûn ne beraqil e, û bi tehlûkeye jî li ber çav girtin. Erdogan bi qumarê lîst û xisirî. Ji bo dagirkirinê hat û nekarî dagir bike. Êsîran jî li şûna rizgar bike kuşt; gelekî zêde xisirî. Jixwe Erdogan jî neçar ma bibêje, ‘Mixabin em bi ser neketin’. Qehremanên me ev pê dane gotin.
Bi pêşengiya hevalên me Şoreş, Rojhat û Seyfiyan berxwedaneke mezin pêk hat. Ji ber ku wan jî ev fêhm kir, gaz bi kar anîn û bi vî awayî karîbûn xwe ji dorgirtinê rizgar bikin û roja çaran bikevin kampê. Eger Havîn bûya yan jî dinya ewrabî bûya yek ji wan sax nedifilitî. Bi vî awayî jî me encama gerîlatiya profesyonel dît. Ev tecrûbeya li Heftenînê li Garê piştrast bû.”
Karayilan bi dewamî got, “Li gorî agahiyên ku ji aliyê hevalên me ve hatin dayin; nêzî 20 drone, balafirên keşfê li ser Garê difiriyan. 41 balafirên şer li ser difiriyan. Helîkopterên Kobra, Atak, Skorsky hebûn. Di nava van çar rojan de bi dehan tîmên me di nava liv û tevgerê de bûn. Dibêjin ‘Me li 50 cihî xistin’, ez hejmarê nizanim lê belê li van qadan di êrişên hewayî de tenê hevalekî me şehîd bû. Hevalên me bi giranî di şer de şehîd bûn, sê hevalên me jî dema ku diçûn qada şer şehîd bûn.
Bi berxwedana Garê careke din ispat bû ku bi gerîlatiyeke rast; bi şerê tunel û tîm serketin dikare bê misogerkirin. Bi vê berxwedanê re demeke nû dest pê kir; rêbazeke mezin a serketinê afirî. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek wê di nava tevahiya salê de bibe rêbaz û ruhekî têkoşînê.”
HEYETÊN SERBIXWE DIKARIN BÊN
Karayilan destnîşan kir, dema ku ew li çarçoveya êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê dinerin; şêwe, rê û rêbaz û çekên hatine bikaranîn dinirxînin, hingî dibînin ku nepêkan bû êsîr bi saxî jê bifilitiya û got, “Piştî her bombardûmana ku bi dehan carî hate kirin, şer qewimî û êriş hate têkbirin. Herî dawî gaz avêtin hundir. Ji bo ew mirov bi saxî derkevin tiştek nekirin, berevajî her carê çekên ji bo kuştinê bi kar anîn. Ji bo bi saxî bibin nehatibûn. Ji bo desthilatdariya xwe ew kirin qurban.”
Karayilan diyar kir ku wan heta niha bi sedan endamên dewleta Tirk dîl girtine lê belê ti ji êsîran qet nekuştine; her carê bi rê û rêbazekê ew radestî malbatên wan kirine û got, “Wextekê navbeynkar dihatin. Lê ji bo van êsîran kes nehat, ji ber ku rejîma AKP-MHP’ê destûr neda kesî. ÎHD û saziyên civakî yên sivîl serlêdanê dikin, lê belê destûrê nadin wan.”
Karayilan destnîşan kir ku ew li gorî hiqûqa şer a navneteweyî tevdigerin, êsîran diparêzin, ji bo parastina wan jî fedakariyeke mezin dikin û ev bang kir, “Em vekirîne, heyetên serbixwe/navneteweyî dikarin bên qada me. Cenazeyên hevalên me yên şehîd bûn, dikarin ji wan mînakan werbigirin. Dikarin li kampê lêkolînê bikin. Em wan vedixwînin; bila bên lêkolîn bikin. Bila bên bibînin bê faşîzma Tirk çi kiriye.”