Li Kastamonû, Sînop û Bartinê ji ber karesata lehiyê 70 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hejmara mirovên ji ber karesata lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 70 kesî. Li gorî AFAD’ê li Kastamonûyê 60 kes, li Sînopê 9 kes, li Bartinê jî kesekî jiyana xwe ji dest da. 8 kes jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Heta niha li navçeya Ûlûsê ya Bartinê 341 kes, li Kastamonûyê hezar û 480 kes, li navçeya Ayancikê ya Sînopê jî 560 kes hatine veguhastin. Beşek ji kesên hatine veguhastin li wargehên xwendekaran hatin bicihkirin. Li herêmê her wiha kon têne vedan.