Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) ku 27’ê Gulanê di êrişa hewayî ya balafirên şer ên Tirk de şehîd bû, li paytexta Elmanya Berlînê û bajarê Graz ê Awûstûryayê hate bîranîn. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) ku 27’ê Gulanê di êrişa hewayî ya balafirên şer ên Tirk de şehîd bû, li paytexta Elmanya Berlînê hate bîranîn.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) ku 27’ê Gulanê di êrişa hewayî ya balafirên şer ên Tirk de şehîd bû, li paytexta Elmanya Berlînê hate bîranîn.
Bîranîn li navenda Kurdistaniyên Azad a Berlînê pêk hat û ji aliyê Meclîsa Jinan a Destan û NCDK’ê ve hate lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Goze Calkan axivî.
Calkan got, “Em xwedî li şehîdên xwe derdikevin. Têkoşîna me, dîroka partiya me mînaka herî baş a vê yekê ye.”
Siyasetmedara Kurd Zozan Serhat jî got, “Hevserê Kasim bi hevkariya xaniyanan şehîd bû. Em jî sozê didin ku wan xayinan têk bibin.”
Piştî ku bi navê Heyva Sor jî axaftin hate kirin, sînevîzyon hate nîşandan û bîranîn bi dirûşma “Bimire xiyanet”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, Şehîd Kasim Engîn û Şehîd Şîlan Cûdî hatin bîranîn. Tevî xizmên Şîlan Cûdî gelek kes tevlî bûn.
Wêneyên şehîdan û ala PKK’ê li salonê hate daliqandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Kasim Engîn hate nîşandan.
Di axaftinan de jî hate ragihandin ku Kasim Engîn hevrêyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.
Bîranîn bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.



