Li bajarê Barcelona yê Katalonyayê her roj ji bo Rojava çalakî pêk tên. Doh û pêr jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meş û civîn hebûn.

Katalan ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê her li ser piyane.

Li bajarê Barcelona yê Katalonyayê, doh meşek pêk hat.

Meş ji bo azadiya girtiyên siyasî yên Katalonyayê bû.

Lê belê çalakgeran di heman demê de bal kişandin ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana Rojava ya bi pêşengiya YPJ û YPJ’ê silav kirin.

Li Barcelonayê pêr jî civînek bi heman armancê hebû.

Nûnera Kongreya Star Asya Ebdula jî bi skype tevlî civînê bû.

Di civînê de hate destnîşankirin, ku berxwedan û têkoşîna Rojava ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk her mezin dibe.