Li gor rêxistineke civakî ya sivîl a Îngiliz, Katarê, karkerên ji ber ku mûçeyên wan nedidan çalakiya protestoyî kir, dersînor kirin.
Rêxistinên civakî yên sivîl ên navneteweyî, rexneyan li Katarê dikin ku karkeran di şert û mercên nebaş de dixebitîne.
Bi sedhezaran karkerên bi piranî ji welatên Asyayê hatine, di şantiyeya Kûpaya Cîhanê ya sala 2022’yan de di şert û mercên nebaş de tên xebitandin.
Hin karkeran, ji ber ku mûçeyên wan nedan çalakiya protestoyî kir. Rayedarên Katarî got, rast e ku yên çalakî kirine hatine destgîrkrin lê di der heqê ku hatine dersînorkirin ya na tu daxuyanî neda.
Herî kêm 60 karker tevlê çalakiya protestoyî ya 14’ê Tebaxê bûbûn. Hin karkeran hêj mûçeyên xwe yên 7 mehan nestendiye. Li gor rêxistina şêwirmendiyê ya Londonî Equidem a ku di warê mafê mirovan û yê xebitînê de şareza ye, karkeran, rêya ber şirketa El Bandary ya li Dohayê ji çûnehatê re girtiye.
Midûrê birêvebirina rêxistinê Mistefa Qedrî wilha got: ‘’Em, bi karkerên ku çalakî kirine re axivîn. Yek ji van karkeran şandin Nepalê. Me eseh kir ku li mala xwe vegeriyaye. Hin jê jî li Nepal, Bangladeş, Hindistan û Fîlîpînan vegerandine.
Wezareta Kar û Bar, îdia kir ku El Bandaryê mûçeyên karkeran dan û zêde agahî nedan.
Wezaretê her wiha diyar kir ku li dijî şirketa lêpirsîna wê ya ku mûçeyên karkeran nedane tevdîr girtine.
Kûpaya Cîhanê wê 20’ê meha Mijdarê li Katarê dest pê bike.
Rêxistinên mafê mirovan diparêzin, beriya Kûpaya Cîhanê kampanyayên xwe zêde kirine, ji FIFA’yê xwest ku tazmînatê bide karkeran.