Rayedarên Katedralê diyar kirin ku şeva Şemî-Yekşemê saet di 02:00 de li qatê jêrîn ê beşeke katedralê ‘şewata krîmînal’ derketiye.

Dekanê Katedralê Michael Weeder got, “Agir ji ber şewitandinê rû da.”

Weeder diyar kir ku paçekî bi gaz avêtine nava katedralê û got, “Hate dîtin ku kesek ji katedralê reviya.”

Arkujan bi lez û bez şewat vemirandin.

Xweliyê Desmond Tûtû yê xwediyê xelata aştiyê ya Nobelê di 2’ê Çileyê de li Katedrala St. Georgesê hatibû veşartin.

Katedral nêzî parlamentê ye. 2’ê Çileyê jî li Parlamentê şewat derketibû.

Kesekî ku guman jê dihate kirin agir bi parlamentê xistiye hate girtin.