Raportora Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Katî Pîrî got ku “Yekîtiya Ewropayê hêzê dide otorîteriya Erdogan. YE çiqasî bêdeng bimîne wê Erdogan ew qasî tiştên di dilê xwe bike, ji ber vê jî divê li Parlementoya Ewropayê em dengekî bilind derxînin.”
Parlementera Hollandayê ya li Parlementoya Ewropayê û raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî diyar kir ku AKP Tirkiyeyê ber bi krîzan ve dibe û got ku “Tirkiye tu carî di warê çapemeniyê de nebû welatekî azad. Bi sed hezaran kes hatine girtin.”
Pîrî diyar kir ku AKP nikare li Tirkiyeyê guherînekê bike û ew ji mûxalif û aliyên demokratîk hêvîdar e.
Katî Pîrî ji bo grevên birçîbûnê yên ji rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got ku “Li Tirkiyeyê tekane gava ji bo demokrasiyê, destpêkirina pêvajoya aştiyê ye. Li gorî min peyama çalakgerên greva birçîbûnê ev e û ev peyam gelekî girîng e.” Pîrî bang li Tirkiyeyê kir ku bila daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê were qebûlkirin.
PÎRÎ: DIVÊ DAXWAZA ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ WERIN QEBÛLKIRIN
Pîrî derbarê rexneyên tund ên li ser Tirkiyeyê û daxwaza sekinandina muzakereyên bi Tirkiyeyê re got ku “Parlementoya me pênc sal in van gotinan diyar dike. Di warê budçeyê de jî em dikarin biryarê bidin. Ji bo ku Tirkiye xizmeta penaberan bike di çarçoveya peymana YE-Tirkiyeyê de 6 milyar eûro hatiye şandin. Heke Tirkiye li gorî zagonan tevnegere, em ê fonan bidin sekinandin. Em dixwazin Tirkiye di zagona antîterorê de hin reforman bike. Di meha Hezîranê de Serokên YE wê bicivin. Di vê civînê de wê banga sekinandina muzakereyan a Parlementoya Ewropayê jî were nîqaşkirin. Parlemento dixwaze muzakereyên bi Tirkiyeyê re were sekinandin. Lê divê li Konseya YE’yê jî serokên welatan deng bidin. Sermesele serokê Macaristanê Vîctor Orban û serokê Polonyayê naxwazin Erdogan hêrs bikin, ev serok dixwazin peyama penaberan were domandin.”
‘BÊDENGIYA YEKÎTIYA EWROPAYÊ HÊZÊ DIDE OTORÎTERIYA ERDOGAN’
Pîrî li ser rewşa Tirkiyeyê got ku “Tirkiye di warê çapemeniyê de tu carî ne azad bû. Heke em li 10 dehh sal berê û li niha binihêre, em ê bibînin ku rewş xerabtir bûye. Bi sed hezaran kes hatine girtin. Me dît ku gelek parlementerên HDP’ê hatine girtin. Navê vî tiştî tu carî ne demokrasî ye. Ez 5 sal in raportora Tirkiyeyê me, lê min aliyên erênî nedît. Di hilbijartina dawîn a herêmî de me dît ku civak êdî piştgiriyê nade AKP’ê. Ji bo ku Tirkiye bibe welatekî demokratîk, pêdivî bi guherînekê heye. Gelek serokên welatên Ewropayê diyar dikin ku ew naxwazin zextan li ser Tirkiyeyê bikin lê ê min ez li dijî van polîtîkayan im. Bêdengiya YE hêzê dide otorîteriya Erdogan. YE çiqasî bêdeng bimîne wê Erdogan ew qasî tiştên di dilê xwe bike, ji ber vê jî divê li Parlementoya Ewropayê em dengekî bilind derxînin. Xetên jêneger ên bingehîn ê YE jî heye û me di sala 2017’an de diyar kir. Ji ber ku parlementer, rojnameger û kesên wekî Osman Kavala hatin girtin. Me diyar kir ku divê muzakere werin sekinandin. Di meha Kewçêrê de ez çûm Amedê û sedema çûna min jî ev bû ku li ser Parlementoya Ewropayê em piştgiriyê bidin Selahattîn Demîrtaş û endamên HDP’ê yên ku hatine girtin.”
PÎRÎ: DAXWAZA ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ JINÛVE DESTPÊKIRINA PÊVAJOYA AŞTIYÊ YE
Pîrî li ser berxwedana grevên birçîbûnê got, “Ez daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê fêhm dikim. Dixwazin, hikumeta Tirk hurmetê nîşanî destûra xwe ya bingehîn bide.”
Pîrî got, “Di vir de peyama herî girîng jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê ye, ku Parlamenta Ewropa û Yekîtiya Ewropa jî piştgiriya wê dikin. Pirsgirêka heyî pirsgirêkeke bi dehan salan e ku gelek mirovan jê êş kişandine. Li Tirkiyeyê yekane rêya ber bi demokrasiyê, jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê ye. Em hemû zanin, pêwîsteya her du aliyan bi pêvajoya aştiyê heye. Bi dîtina min, peyama çalakgerên greva birçîbûnê jî ev e û ev peyam bi rastî jî gelekî girîng e. Ev peyam di heman demê de daxwaza piraniya endamên parlamentê ye.”
Katî Pîrî hilbijartinên Parlamenta Ewropayê bi bîr xist û gt, “Eger ez ji nû ve ji bo heman pozîsyonê werim hilbijartin, dixwazim pêşengiyê ji destpêkirina pêvajoya polîtîk re bikim, ev gelekî girîng e. Ne diyar e ku careke din bibim raportora Tirkiyeyê ya na. Lê dikarim garantiya vê bidim, ez di kîjan pozîsyonê de bim jî ez ê dest ji vê pêvajoyê bernedim.”