Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû ragihand ku desthilatdariya xwe ji demokrasiyê vedigire û dikeve nava lêgerînên emperyalîst, nikare aboriyê bi rê ve bibe, lewma krîz wê girantir bibe.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Erol Katirciolgû bi bîr xist ku aboriya Tirkiyeyê ji destpêka sala 2020’î ve sekinî ye û destnîşan kir ku sedema bingehîn a krîza heyî, şewb nîne.

Katircioglû ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku bandora krîza heyî nikare bê înkarkiri, lê belê sedema bingehîn ew e ku hikumet nikare aboriyê bi rê ve bibe. Katircioglû bal kişand ser van du sedemên bingehîn ku hikumet aboriyê bi rengekî nebaş bi rê ve dibe:

* Di nava xwe de ji demokrasiyê dûr dikeve.
* Di polîtîkaya derve de ketiye nava lêgerînên emperyalîst.

TUNDIYA DI MESELEYA KURD DE

Katircioglû diyar kir ku di mijara dûrketina ji demokrasiyê de desthilatdarî li şûna ku xwe bide ber çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd, li polîtîkaya tundiyê vegeriya ye ku maf û edalet tê binpêkirin û hema bêjin ku hêrsek li dijî Kurdan afirandiye.

Katircioglû bal kişand ser têkiliya navbera aboriyê û demokrasiyê û got, “Eger li welatekî demokrasî tune be, di navbera mirovan de têkiliyeke wekhev û azad nebe, hingî nepêkane ku aborî jî bi ser bikeve. Bi heman awayî eger welatek bi cîranên xwe re têkiliyeke baş nebe û di ser mijarên nakok ên dîrokî de polîtîkayeke tund dimeşîne, hingî beşeke girîng a çavkaniyên wî welatî wê ji lêçûnên biçekbûn û ewlekariyê biçin. Ev yek jî sedema bingehîn a nebaşbûna rewşa aboriyê ye.”

KRÎZ GIRANTIR DIBE

Katircioglû bal kişand ser hewldanên desthilatdariyê ku di mijara aboriyê de dixwaze rewşeke xapînok biafirîne û destnîşan kir ku di vê mijarê de desthilatdarî bi ser neketiye. Katircioglû got, “Piştî krîza 2008’an avaniya desthilatdariyê xera bû, li şûna ku hîn bêhtir reforman bike, polîtîkayeke welê meşand ku Enqere hîn bêhtir xiste destê xwe. Desthilatdariya ku niha li pey buhayê pîvazê ye, di heman demê de hewl dide ku çavkaniyên cemaweriyê hemûyanpêşkêşî şîrketên alîgirê xwe bike. Şîrketên medyayê yên di destê xwe de -ku xwediyê wan şîrketên wan îhale dane wan- hewl didin nîşan bidin ku di aboriyê de her tişt baş e, rewş erênî ye. Lê belê dikin nakin nikarin rastiyê veşêrin û krîz girantir dibe.”

BANDORA KRÎZÊ DIGUHERE

Katircioglû ragihand ku krîz ji aliyê herêmî ve diguhere û anî ziman ku bandora krîzê bi taybetî li bajarên Kurdan girantir bûye. Katircioglû diyar kir ku li herêmê ji sedî 80 ê şîrketan an bi temamî hatine girtin an jî ji bo demekê hatine girtin û got, “Ev hejmar bi xwe nîşan dide ku bandora krîzê çiqasî newekhev e.”