Eşref Kaya ku bi rengekî nehiqûqî ev 10 sal in girtî ye, ji ber cezayên disiplînê ev 8 meh in nayê berdan.
Eşref Kaya ku sala 2011’an li Stenbolê ji bo ku tevlî daxuyaniyeke çapemeniyê bûbû bi îdîaya, ”propagandaya rêxistinê kiriye û endamê rêxistinê ye” hate girtin. Kaya ev 10 sal in girtî ye, ji ber cezayên disiplînê yên neheq ev 8 meh in nayê berdan. Piştî ku parêzerê Kaya daxwazname ji Wezareta Dadê re şand hate qebûlkirin ku cezayê neheq ê disîplînê lê hatiye birîn lê li gel vê jî Kaya bi hinceta ‘dorê’ ya Daîreya Cezayê 1’ê ya Dareze Bilind ev 8 meh in nayê berdan. Parêzera Kaya Ayşe Acinikli got Daîreya Cezayê 1’ê ya Daraza Bilind bi kêfî tevdigere.
Parêzer Acinikli got, ”’Diviya Eşref 28’ê Tebaxa 2019’an bihata berdan. Lê em li hêviya Dadgeha Cezayê 1’ê ya Daraza Bilind in. Ji ber cezayên disîplînê nayê berdan. Wezareta Dadê jî qebûl kir ku cezayên disîplînê yên ku dane şaş in.”
Birayê Eşref Kaya Şeref Kaya jî got ew ji rewşa tendiristiyê ya birayê xwe bi fikar in, birayê wî ev 10 sal in ji malbat û zarokên xwe dûr e, jixwe bi neheqî hatibû girtin niha jî bi neheqî zêdetir ceza danê. Birayê Eşref Kaya got,”Birayê min ji tuberkulozê tedawî dibû. Di nav nexweşan de yek ji yê ku Covîd-19 wê pir bandorê li ser bike birayê min e. Dibe ku aniha pê bikeve. Em dixwazin zûka derkeve lê hemû serlêdanên me bêencam dimînin.”