KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo çalakiya ‘Ji Birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ya 9’ê cotmehê banga beşdariya Amedê kirin

Bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, li Amedê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û banga beşdariya çalakiya mezin a 9’ê cotmehê li Amedê hat kiri.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED-TUHAD FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li avahiya Şaxa MED TUHAD-FED’ê daxuyanî dan.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, daxuyanî xwend, got ji bo armanca komployê neçe neçe serî, divê rêber Ocalan azad bibe..