“Êrîşên îro jî li dijî hebûna gelê Kurd ên li 4 parçeyên Kurdistanê ne. Ji ber vê sedemê; Divê partî, saziyên sivîl û Rewşenbîr ên li 4 parçeyên Kurdistanê bi ruhê yekîtiya Netewî rabin ser piyan û piştevaniya herî xurt ya bi gelê Rojava re deynin holê.”

KCD’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand û li tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em careke din berxwedêrên Kobanê, Şehîdên wê, Pêşmergeyên ku di serkeftina Kobanê de xwedî rol û rist bûn, gelê me yê ku ji bo Kobanê ket nava seferberiyê û hemû civaka Navneteweyî bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.”

KCD’ê diyar kir ku hêzên metînger ên herêmî ku binketin û windakirina DAÎŞ’ê hezim nekirin, di serî de gelê Kurd li hemberî gelên herêmê dest bi êrîşên hovane kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di bin rêveberiya tifaqa faşist AKP-MHP’ê de pêşî Efrîn hat dagirkirin û niha jî ji bo dagirkirina tevahî Rojava êrîş û hewlên dagirkeriyê didomin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev hêzên hegomonîk ên herêmî, dixwazin di serî de gelê Kurd tevahî gelên herêmê ji cih û warên wan ên bi hezaran salan lê dijîn sirgûn bikin û Rojava dagir bikin. Lê divê bê zanîn ku ev hewla dagirkirinê dê bi berxwedana gelê me, bi piştevaniya gelên Navneteweyî û hêzên HSD’ê careke din vala bê derxistin û dê serkeftin ya gelan be.

Di vê dem û merheleya dîrokî de, sedemên ku 1’ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlan kirin dewam dikin û careke din pêwistî bi piştevaniya gelên Navneteweyî heye.

Êrîşên DAÎŞ’ê di serî de gelê Kurd li hemberî hebûna gelên herêmê ye. Êrîşên îro jî li dijî hebûna gelê Kurd ên li 4 parçeyên Kurdistanê  pêk tên. Ji ber vê sedemê; Divê partî, rêxistinên saziyên sivîl û Rewşenbîr ên li 4 parçeyên Kurdistanê bi ruhê yekîtiya Netewî rabin ser piyan û piştevaniya herî xurt ya bi gelê Rojava re deynin holê.

Roj Roja avakirina Yekîtiya Netewî ye! Em careke din 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ku bi kelecanek mezin tê pîrozkirin, pîroz dikin û yên bûne wesîle bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.”