AMED – KCD’ê şehîdên Helebceyê bi bîr anî û got: ”Gelê Kurd dê destûrê nedin komkujiyên din bên jiyîn. Teqez serkeftinê dê ya gelê Kurd be.” Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya 31’emîn salvegara Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD’ê di daxuyaniya da de wiha got: “Komkujiya Helebce beriya bi 31 salan weke parçeyek ji komkujiya Enfalê bi fermanda dîktator Sedam Hisên li ser Kurdan hatiye kirin. KCD’ê komkujiyên li ser Kurdan ên 12’ê Adarê Qamişlo 28’ê Kanûnê Roboskê, 3’yê Tebaxê Şengal, piştre yên li Cizîr, Silopya, Sûr, Nisêbîn, Kerrboran, Geverê û bajarên din ên Kurdistanê bi bîr xist û diyar kir, li ber çavan e ku ev komkujî, sûcê li dijî mirovahiyê bi desteka dewletên mêtinger-emperyal pêk hatine. KCD’ê diyar kir gelê Kurd ê li çar parçeyan li dijî komkujiyan gavekê jî bi paş neavêtiye û hatiye wê astê ku bi hêza xwe û vîna xwe hesab bipirse û mînaka Qamişlo û Şneglaê da û got: ‘Li dijî komkujiya Qamişlo gelê me yê li Rojava bi şoreşa Rojava, Kurdên Êzîdî jî li dijî komkujiya Şengalê bi avakirina xwepararstinê bersiv dane van komkujiyan.” KCD’ê, di dawiya peyama xwe de ev peyam dan: “‘Tekana diyardeya ku gelan û mirovahiyê heyî dike hêza wê ya rêxistinî, demokratîk û yekîtiyê ye. Gelê me ji bo ku ev pêk aniye heq ji hemû dijwariyan derketiye, veguheriye ser berxwedaneke ku tim mezin dibe û geş dibe. Kurd dê nehêle ku careke din komkujî li ser wan pêk were.” Parve bike:
KCD’ê ji bo Helepçê daxuyanî da
