KCDK-E’yê bal kişand ser êrişên qirker ên dewleta Tirk û diyar kir ku ew ji nû ve dest bi karên xwe dikin ên di dema şewbê de rawstandibûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em xwe li malê asê nekin, bi xurtî tevlî çalakiyên li nava kolanan bibin.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di dema pandemiyê de dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê û zilma li girtiyan dewam kiriye.
KCDK-E’yê diyar kir ku dewleta Tirk dixwze şewba vîrûsa koronayê ji xwe re weke firsendekê bi kar bîne û destnîşan kir, “Dewleta Tirk bêyî navberê bide êriş û polîtîkayên xwe yên qirkeriyê didomîne. Bi her rê û rêbazên qirêj êrişan dike. Dewleta Tirk a kujer bi hezaran girtiyên siyasî yên li zindanan dîl girtiye di nava lepên mirinê de hiştiye, li Başûr êrişê dibe ser Zînî Wertê, Qendîlê û gelê me yê li Mexmûrê. Li Rojava jî hem bi xwe hem jî bi rêya çeteyên xwe êrişên xwe bênavber dewam dike.”
KCDK-E’yê bi bîr xist ku li gelek welatan jiyan pêl bi pêl asayî dibe û dedestnîşan kir ku ew jî karê xwe yê di dema şewbê de rawestandin ji 15’ê Gulanê û pê ve kom bi kom ji nû ve dest pê dikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi navê gel, li dijî qirkirina ku tê ferzkirin divê em têkoşîna xwe bi biryardarî mezin bikin. Ji ber ku şewb hîn bi dawî nebûye divê em tevdîrên xwe jî sist nekin, lewma bi komên biçûk li gorî mesafeya civakî li komeleyên xwe û saziyên xwe karê xwe bidomînin. Divê em ji niha û pê ve li gel jiyana bi vîrûsa korona û tevdîran, têkoşîna xwe û çalakiyên xwe yên li kolanan bimeşînin.”
Bi dewamî hate gotin, “Bi mayina li malê pirsgirêkên mirovahiyê çareser nabin û êrişên qirkirinê yên li Kurdistanê bi dawî nabin. Divê em hîn bi xurtî tevlî çalakiyên li kolanan bibin. Her wiha ji bo civînên gel ên biçûk pêk bînin divê em tavilê bikevin nava liv û tevgerê.”