KCDK-E’yê beşdarên Newrozê silav kir û destnîşan kir, ku bi milyonan mirovên bi dirûşma “Rêberê azad, Kurdistana azad” daketin qadan, derseke dîrokî dan faşîzma AKP-MHP’ê.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê mirovên ku bi ruhê berxwedanê daketin qada Newrozê silav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi milyonan mirovên ku bi dirûşma ‘Rêberê azad, Kurdistana azad’ daketin qadan, derseke dîrokî dan faşîzma AKP-MHP’ê û îradeya xwe ragihandin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Newroza 2021’ê li 4 parçeyên Kurdistanê û her devera Ewropayê bi coşeke mezin ku li navê xwe tê, bi serhildêriyê hate pîrozkirin. Heybeta xwe, peyamên hatin dayin û beyana îradeyê bû moraleke mezin ji meşa azadiyê re.
Dîktatorê faşîst Erdogan li pêşberî sekna bi biryar a bi milyonan mirovî careke din fêhm kir ku dawî lê hatiye. Li dijî yên ku bi operasyonên qirkirina siyasî îradeya bi milyonan mirovî tune dihesibînin, ii dijî hêzên nijadperest ên AKP-MHP û Ergenekonî îradeyeke xurt a gel hate nîşandan.
Bi milyonan mirovên ku li dora Rêber Apo li hev civiyan bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bûn xelekek li dora rêbertî. Qadên Newrozê bi peyamên azadiyê geş bûn.
Bêguman a ku Newroza 2021’ê ewqasî bi coş kir, bawerî û keda gelê me ya ji vê têkoşînê ye. Baweriya wan a bi meşa azadiyê rêya me ronî dike. Em gelê xwe ji ber vê sekna fedakar û xwedîderketinê silav dikin.
‘EV ÎRADE WÊ RÊBER APO AZAD BIKE’
Careke din hate dîtin ku meşa me ya azadiyê li ser rêyeke rast e û bi gel re bûye yek, bi vî rengî ber bi serketinê ve diçe. Ev îradeya ku gelê me nîşan da wê faşîzmê hilweşîne, dawî li dagirkeriyê bîne û Rêber Apo azad bike.
Karê me yê bingehî wê ew be ku bi vê biryardarî û moralê dawî li tecrîdê bînin û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin.
Heta ku agahiyeke zelal têkildarî jiyan û tenduristiya Rêber Apo werbigirin, bi têkoşîneke bi vi biryar em ê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin û têkoşîna vê yekê jî bi rengê encamgiriyê bimeşînin.
Li dijî bloka faşîst a AKP-MHP-Ergenekonî ku dijminê Kurdan e, bi îradeya di Newrozê de hate destnîşankirin, em bang li her kesî dikin ku têkoşîna ji bo xwedîderketina li Rêber Apo mezintir bikin.
Bi navê KCDK-E’yê em gelê xwe ji ber îrade û biryardariya têkoşînê ya di Newrozê de nîşan da silav dikin û pîroz dikin.”