Dewleta Almanya li ser daxwaza dewleta Tirk 1993’ê pêvajoya qedexekirina PKK’ê wekî biryareke siyasî da destpêkirin.

Ev biryara hikûmeta Almanya ya neheq û neqanûnî ji wê rojê ve rastî nerazîbûnan tê, di her platformê de tê protestokirin.

Meşek jî wê 18’ê mijdarê li paytext Berlinê li dijî krîmînalîzekirina PKK’ê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve were li darxistin.

Siwana sazî û dezgehên gelê Kurd KCDK-Ewrûpa derbarê meşa li dijî qedexeya li ser PKK’ê daxuyanî da û wiha got:

Qedexe û zextên dewleta Alman, ya li ser gelê Kurd ku li Ewropa hejmara wî ji 3 milyonî derbas dibe antîdemokratîk e. Ji ber vê neheqiyê, dewleta Tirk bi salan e li Kurdistanê qetlîaman dike, dagir dike û li ber çavê cîhanê sivîlan qetil dike. Ev rêbaza qirkirinê, pirsgirêkan çareser nake, kûrtir dike, zirarê dide demokrasî û hiqûqa navneteweyî.

Di biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksemburgê ya sala 2018’an û biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê ya sala 2020’an de hat gotin ku PKK weke rêxistineke terorîst nayê dîtin; Biryar hat dayîn ku PKK di çarçoveya hiqûqa şer de wek yek ji aliyê şerê bê dîtin. Niha dem hatiye, qedexeyên li ser PKK û rêxistinên din ên Kurdan ên li Elmanya bi dawî bibe, û ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bên derxistin.

KCDK-Ew bang li herkesî kir ku tevlî meşê bibin û wiha got.

Pêngava ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî ku 10 cotmehê li zêdeyî 100 navendan destpêkir, qedexê bê wate dike.

Li dijî qedexeya li ser PKK’ê bi pêşengiya saziyên li Almanya 18’ê mijdarê li Berlînê meşek girseyî were li darxistin, li ber sefaretên dewleta Tirk çalakî pêkbê.

Em bang li Kurdistaniyan, kesên azadîxwaz û wekhevîxwaz dikin ku tevlî çalakiyê bibin, dawî li qedexeya li ber PKK’ê bînin.